Lêpirsîna parvekirinên medya civakî li hevjîna rojnameger Orûç vekirin 2020-03-24 16:02:27 AMED – Ji ber parvekirinên li ser medya civakî lêpirsîn li hevjîna Rojanemeger Azîz Orûç Hulya Orûç vekirin. Ji ber parvekirinên li ser medya civakî yên têkildarî vîrusa koronayê, bi hinceta ku “Di nav gel de tirsê ava kiriye” derbarê Hevjîna Rojanemeger Azîz Orûç Hulya Orûç de lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de Orûç, li Miduriyeta Polisan a Amedê îfade da. Orûç, di îfadeyên xwe de bi bîr xist ku hevjînê wê Rojanemeger Azîz Orûç li Girtîgeha Tîpa L a Patnos Agiriyê girtî ye û li ser medya civakî û televîzyonan hîn bûye ku vîrusa koronayê li Girtîgeha Balikesîrê hatiye tespîtkirin û ji bo testên vîrusê girtiyan dibin nexweşxaneyan. Orûç, diyar kir ku ji ber ku Rojanemeger Azîz Orûç hevjînê wê ye bi hestên xwe parvekirinan kiriye û armanca wê ya tirsandinê tunebûye û sûcdariyên li xwe qebûl nekir.  Hulya Oruç, piştî îfade dayîna xwe ki Miduriyeta Polisan a Amedê veqetiya.