Ertugrul Gunay bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da 2020-03-24 16:56:12   STENBOL -  Wezîrê Turîzm û Çandê yê bere Ertugrûl Gunay bertek nîşanî tayînkirina qeyûm ser şaredariyên HDP’ê da û got: “Ez ji vê rewşê ditirsim ku tenê tenduristiya laşê me wê tenduristiya ruhê me jî bikeve bin talûkeyê.”   Wezîrê Turîzm û Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariya Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn, Halfelî û Ciwanîka da. Gunay da zanîn ku divê ji bo vîrûsa koronayê dest ji pêşdarazî û du bendiyê were berdan û got: “Lê mixabin li welatê me em nikarin dest ji van tiştan hatiye berdan. Însan ketiye derdê canê xwe, lê îqtîdar di van rojên nexweş û giran de jî serokşaredaran ji wezîfeyê digire û ketiye derdê xwe. Ez ji roja ewilî ve tayînkirina qeyûman rast nabînim. Divê hürmet ji mafê însanan re were nîşandan. Di vê pêvajoyê de ji betalkirina wezîfeya şaredaran wek tiştek qestî û fersendê tê xuyakirin. Ez ji vê rewşê ditirsim ku tenê tenduristiya laşê me wê tenduristiya ruhê me jî bikeve bin talûkeyê.”