Platforma Demokrasiyê ji AKP’ê xwest dest ji dijminantiya Kurdan berdin 2020-03-24 17:33:36   AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman vîrûsa diginin demokrasiya Tirkiyeyê û ji AKP’ê xwest ku dest ji dijminantiya Kurdan berdin.    Piştî Wezîrê Karên Hundir duh qeyûm tayînî 8 şaredariyên HDP'ê kir, Endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyanî dan û AKP hişyar kirin. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyanî dan û diyar kir ku bi tayinkirina qeyûman vîrûsa diginin demokrasiya Tirkiyeyê û ji AKP’ê xwest ku dest ji dijminantiya Kurdan berdin.  Platformê bal kişandin ser talûkeya vîrusa corona û tayînkirina qeyûman. Platfromê qeyûm şibandin vîrûsê û destnîşan kirin ku bi tayînkirina qeyûman vîrûsê digînin demokratîkbûna Tirkiyeyê. Platformê xwest dest ji dijminantiya Kurdan berdin.