QSD‘ê ji ber pandemiya Covît-19 banga agirbesta mirovî kir 2020-03-24 19:06:19   NAVENDA NÛÇEYAN - QSD‘ê li hemberî pandemiya vîrûsa corona (Covît-19) banga agirbestê  li tavahî aliyên bi nakok ên Sûriyê kir.   Fermandariya Gitşî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), têkildarî vîrûsa corona (Covît-19) ku li cîhanê belav bûye, daxuyanî da. Fermandariyê banga agirbestê kir û hêvî kir ku agirbesta mirovî rê li ber diyalog, çareseriyên siyasî û bidawîbûna şer li Sûriyê û tevahî cîhanê veke.   Fermandariya Giştî ya QSD‘ê, diyar kir ku bandamî û xeteriya vîrûsa corona li ser tevahî cîhanê ye û wiha got: "Li ser banga Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yebûyî Antonio Guterres, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk radighîne ku dê bi kedên navdewletî yên girêdayî têkoşîna li dijî vîrûsê û destekdayîn û bersivdayîna çalakî a ji vê rewşê re pabend be. Rewşa heyî ya li cîhanê asta xeteriya vîrûsa kujer Covid -19 û belavbûna wê destnîşan dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê wekî pandemiya global ragihand û hemû rêveberî û sîstemên tenduristiyê yên cîhanê xist bin ezmûn û fişarê.   Fermandariya QSD'ê, da zanîn ku di encamên şer de qada tenduristî û saziyên tenduristiyê hilweşiyan, êdî tehemula wê ya ji zêdetirîn kiryarên dijber re nemaye û wiha got: "Berdewama kiryarên şer dê pêlên koçberiyê bi xwe re bîne di encamê de dê bandore li binsaziya mayî ya tenduristiyê bike, ku bi xwe re dê lez bide belavbûna vîrûsê. Li ser vê yekê em Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bang li hemû aliyên Sûriyê dikin ku her insyatîf an kiryarên leşkerî qedexe bikin û tavilî agirbesta mirovî  pêk bîne. Hêzên me ji aliyê xwe vê dê li gorî agirbesta mirovî tevbigere lê dê mafên parastina rewşa rewa bi kar bîne. Em hêvî dikin ku ev agirbesta mirovaî deriyê diyalog, çareseriya siyasî veke û şerê li Sûriyê û cîhanî bi dawî bike. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku bersvdana aktîv a ji vê krîzê mîsoger bike û gihiştina kedkarên tenduristiyê yên herêmî û navdewletî  ji bo herêmên di bin serweriya hêzên wan de hêsan bike."