Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 44 2020-03-24 23:16:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, der barê hejmara kesên ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest dane û vîrus di wan de tespît bûye de daxuyanî da. Koca, got: "Di 24 saetên dawî de bi giştî 3 hezar û 952 test hatin kirin. Di 343 kesan de pozîtîf derketiye û 7 nexweşên me yên dinê jî jiyana xwe ji dest dan."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, der barê rewşa vîrusa coronayê ya li Tirkiyeyê daxuyanî da. Koca got: "Çend kes? Li 195 welatan her roj ev pirs tê kirin. windahî çê bibin jî lê hê jî ji bo Tirkiyeyê ne dereng e. Tevdîr dikare pêşî li ber vê zêdebûnê bigire. Di 24 saetên dawî de bi giştî 3 hezar û 952 test hatin kirin. Di 343 kesan de pozîtîf derketiye û 7 nexweşên me yên dinê jî jiyana xwe ji dest dan. Yek jê nexweşê KOAH'ê bû. 6 jê jî temenê wan mezin bûn. Em bi qasî tevdîrên xwe xurt in."    Heta niha li Tirkiyeyê 44 kesan ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest daye.