Serokên Baroyan: Dikarin vê pakêtê bikin firsenda aştiya civakî 2020-03-25 09:12:34 WAN - Serokên Baroyên Wan, Colemêrg û Mûş, pakêta darazê ya pêşkêşî meclîsê bê kirin nirxandin û xwestin vê pakêtê ji bo aştiya civakî bikin firsend. Serokên baroyan xwest ev pakêt hemû girtiyan jî têxe nava xwe.  Hikûmeta AKP'ê pakêta darazê ya sêyemîn pêşkêşî partiyên komê wan li meclîsê heye dike. Niqaşên têkildarî pakêtê didomin. Serokên Baroyên Wan, Colemêrg û Mûşê têkildarî pakêta sêyemîn a darazê ku pêşkêşî meclîsê bikin, pêşniyar û rexneyên xwe anîn ziman. Serokên Baroyan xwest ev pakêt ji bo aştiya civakî bibe firsend û xizmeta aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka Kurd bike. Serokên baroyan xwest hikûmet vê pakêtê ji bo aştî, çareseriya demokratîk wekî şansê bibîne û li gorî wê guhertinan bike.    DIVÊ VÊ GUHERTINÊ BIKIN DESTPÊKA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, xwest hemû baroyên herêmê têkildarî pakêtê daxuyaniyek hevpar bidin û pakêt xizmeta çareseriyê bike. Uçar wiha got: "Divê pakêtê wekî firsenda aştiya civakî bigirin dest. Ev firsendek e. Divê ev firsend bê nirxandin. Bêyî li nasname, reng û baweriya kesan bê nerîn, divê li gorî rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn bê sazkirin. Ev rêgezek gerdûnî ye. Îro şewbê hemû mirovên cîhanê xistiye bin bandora xwe. Di vê pêvajoyê de divê hemû girtî serbest bên berdan û cudakarî di nava wan de neyê kirin. Ev wîcdanê hiqûqî ye. Dîsa divê dewlet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd vê yekê bike destpêk. Ger ku rêgeza wekheviyê esas bê girtin, dê bibe destpêka çareseriya pirsgirêka Kurd. Eger Tirkiye welatekî demokratîk e, divê ji bo demokrasiya tam gavan bavêje. Divê girtiyên siyasî serbest berde. Li aliyekî qeyûm tên tayînkirin û li aliyê din hevşaredar tên girtin. Divê dawî li vê bê hiqûqiyê bînin."    'DIVÊ AŞTIYA CIVAKÎ AVA BIKIN'    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Hikûmetê ji bo hêjmara girtiyan kêm bike ev pakêt derxist. Lê niha ev pakêt li dijî pîvana wekheviyê ye. Divê pakêta sêyemîn berî her tiştî wîcdanî û hiqûqî be. Ger ku ev pakêt bi vî rengî derbas bibe dê li dijî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn be. Bi vî halî ev pakêt xizmeta aştiya civakî nake. Divê pakêt xizmeta aştiya civakî û wekheviyê bike. Me hevî dikir ku aştiya civakî bike. Lê li holê dîmenek wisa xuya nake. Bi vî halî ev pakêt çareseriyê bi xwe re nîne."    Canan, xwest ev pakêta darazê wîcdanî û hiqûqî be û wiha bi dawî kir: "Em li bendê bûn ku bi vê pakêtê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lê li şûna berdanê qeyûm tayînî şaredariyan kirin û hevşaredar girtin. Niha hemû cîhan bi şewbek mezin re rû bi rû ye. Em nizanin dê sibê çi bibe. Bi vê şewbê dê gelek mirov bimirin û dewlet di aliyê aborî de dê têk biçin. Ev pakêt bi lez û bez anîn rojevê girêdayî vê şewbê ye. Ger ku ev pakêt bi vî halî derkeve dê dîsa li girtîgehan gelek girtî bimînin. Gelo ger ku 50 hezar mirov serbest bên berdan, 200 hezar girtiyên din dê çawa ji vîrûsê xelas bibin? Divê ev zagon ji bo her kesî derbasdar be. "    DIVÊ RÊGEZA WEKHEVIYÊ ESAS BIGIRIN   Serokê Baroya Mûşê Feridun Taş jî xwest di vê pakêtê de rêgeza wekheviyê esas bigirin û wiha got: "Em dixwazin bi vê pakêtê cudakariyê nexe nava kesan û her kesî wek hev bigire. Niha hemû cîhan bi belaya vîrûsê mijûl dibe. Li Tirkiyeyê hêjmara mirî û nexweşên şewbê zêde dibe. Li şûna efûya giştî derxe û xizmeta aştiya civakî bikin, lê mixabin îqtîdar cuda difikere. Qet nebe divê ji bo girtiyên nexweş û zagokan gavan bavêjin. Bi vî halî heviyên me bi avê de diçin. Divê teqez rêgeza wekheviyê esas bigirin."    MA / Adnan Bilen