'Ev pakêt wê bêedaletî û newekheviyê zêdetir bike' 2020-03-25 09:13:44 EDENE – Serokê Duyemîn ê ÇHD'ê Parêzer Umît Buyukdag, anî ziman ku divê fikra rêxistinên civaka sivîl a der barê pakêta darazê de jî esas bê girtin û got, a divê esas bê girtin jiyana mirovan be.  Wê bi Pakêta Darazê ya 3'yan 100 hezar kes bê berdan. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav vê pakêtê nehatine kirin. Serokê Duyemîn ê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Parêzer Umît Buyukdag, Pakêta Darazê ya 3'yemîn nirxand.    'NE ÇARESERÎ, BÊÇARESERÎ YE'    Buyukdag, anî ziman ku ji ber vîrusa coronayê careke din guherandina qanûna înfazê ketiye rojevê û got: "Guherandina qanûna înfazê i tena serê xwe nikaribe ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bibe çare. Wekî çareseriyeke be tê berpêşkirin. Ev yek kesyparêzî ye, wekî din ne tiştekî din e. Wê ev sererastkirin bêedaletiyê ji holê raneke. Berovajî wê bêedaletî û newekehviyê zêdetir bike."    'NE ADIL E!'   Buyukdag, got: "wisa xuyaye wê kesên sûcên mukerre, sûcên îstismar, tiryak, kuştina bi qesdî û organîzeyî daxilî nav bikin. Ne mimkun e ku mirov bibêje sererastkirineke adil e."    DIJÎ RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE    Buyukdag, anî ziman ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin û got, ev dijî rêgeza wekehviyê ya qanûna bingehîn e. Buyukdag, destnîşan kir ku peywira dewletê ye ku mafên girtî û hiikumxwaran hemûyan esas bigire. Buyukdag, diyar kir ku sererastkirineke ku ji ber vîrusa coronayê tê kirin divê tu celebek sûcî jî derveyî wê neyê hiştin û got, ev sererastkirin divê tevî rêxistinên demokratîk bê kirin. Buyudag, got: "Em behsa jiyana mirovan dikin. Demildest dixwazin vê sererastkirinê bikin. Lê belê wê bi vî hawî bibe sedema pirsgirêkine pir mezin."