'Ger ez derneyêm û nexebitim wê kî debara malbata min bike?' 2020-03-25 09:20:02 WAN - Li Tirkiyeyê ji 3 bajarên ku herî zêde bi talûkeya vîrusa coronayê re rû bi rû ne yek jê jî Wan e. Li bajêr welatiyên ku mecbûr in bixebitin pirsîn: "Heger em derneyên û ne xebitin wê kî li debara malbata me bike?"  Li Wanê ku nêzî Îrana ku ji ber vîrusa coronayê 2 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, tevî hemû hişyariyan jî mirov dertên derve û karê xwe dikin. Li bajêr welatiyên ku mecbûr dimînin li kolanan dixebitin, pirsîn: "Heger em derneyên û ne xebitin wê kî li debara malbata me bike?"    Aydin Cûrga ku li kuçe û kolanên bajêr barkêşiyê dike, anî ziman ku mecbûr e debara 6 zarokên xwe bike û pirsî: "Bi vê ereboka xwe ya hemaltiyê heger derneyêm û nexebitim wê kî debara malbata min bike?" Cûrga, diyar kir ku hay ji talûkeya vîrusê heye û got, lê belê ji bo maske û lepikan jî perê wî tuneye. Cûrga, got: "Ji sibehê heta êvarî didim dû kar. Roj heye serfetihê jî nakim. Belkî derketina min a derve ji bo malbata min jî nebaş e. Lê ji mecbûrî dertêm. Niha li mala in kîsek arvan jî tuneye. Heger perê min hebûna min ê ji bo tenduristiya zarokên xwe maske û lepik bikiriyana. Lê belê tuneye. Vî lepikê di dest min de jî kesekî da min."    'ŞERT Û MERCÊN MIN NAHÊLIN'   Esfet Yilmaz, anî ziman ku ji bo barê hin kesan bikişînin ji sibehê heta êvarî disekinin û got: "Heger nexebitim wê zarokên min birçî bimînin. Vîrusa coronayê talûke ye, lê mecbûr im bixebitim. Ez nexebitim wê zarokên min çi bixwin? Tu dahateke min tuneye. Li bajêr wekî min bi sedan kes hene. Ji bo nan bibim mala xwe dixebitim. 5 zarokên min hene. Mecbûr im debara wan bikim. Maske û lepik biha ne, nikarimb ikirim. Em jî mecbûr in wekî her kesî hay ji tenduristiya xwe hebin. Lê belê şert û mercên aborî nahêlin."    ‘MECBÛR IM FATÛREYÊN XWE BIDIM'   Mûzaffer Çoban ku zebze difiroşe, got: "55 salî me. 7 sal in hêşinahiyê difiroşim. Helbet di vê pêvajoyê de kes naxwaze ji mal derkeve. Lê em ji mecbûrî dixebitin. Nexebitim wê sibê zarokên min ji birçîna bimirin. Di 5'ê mehê de divê heqê kirê bidim. Loma mecbûr im bixebitim. Gava em diçin malê em destê xwe bi sabûn û avê dişon."    Halît Tekîn jî 9 sal in barkêşiyê dike û got, bi vî karî debara 7 zarokên xwe dike. ekîn, got: "Bi ereboka helamltiyê debara wan dikim. Di xaniyê kirê de me. Wekî dint u dahateke min tuneye. Ji sibehê heta êvarî li ser piya dixebitim. Bi ereboka hemaltiyê herî zêde 30 TL'yî qezenc dikim."    MA / Yûnûs Dûman - Ozlem Yayan