Li Girtîgeha Sîncanê testa korona ya girtiyê 70 salî pozîtîf derket 2020-03-25 09:20:22 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê testa vîrûsa korona ya girtiyekê 70 salî pozîtîf derketiye. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê testa vîrûsa korona ya girtiyek 70 salî pozîtîf derketiye. Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê bûyerê de ev agahî da: “Li Girtîgeha Sîncanê, mixabin girtiyek 70 salî bi Koronayê ketiye. Ev girtî di qawîşa L 2 C9 de dimîne. Midurê girtîgehê rewş ji wezaretê re ragihandiye.”    Gergerlîoglû, di parvekirina xwe de Wezareta Dadê etîket kir û got: “Ev 2 heftene ji bo rewşa lazgîn a mijarê em di qilqilîn, lê em daxuyaniyên vê yekê paş guh dikin dibihîsin. Heya ku derê @adalet_bakanlik? Divê demildest paketa adîlane, înfaza wekhev û darazê derbikeve.”