Wê nexweşên koronayê bibin nexweşxaneyên bajaran! 2020-03-25 09:23:51 AMED - Hikûmet, di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê, hewl dide nexweşxaneyên bajêr têxe dewrê. Bi vî hawî armanca hikûmetê ew e ku nexweşan bibe derveyî bajêr û îzole bike.  Tê rexnekirin ku ji ber ku hikûmetê di wexte de tevdîr negirtine vîrus belav dibe. Niha jî hikûmeta AKP'ê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa koronayê hewl dide ku nexweşxaneyên bajêr ku ji 70 heftê garantî daye fîrmayên ku van nexweşxaneyan bi rê ve dibin, têxe dewrê. Îqtidar bi vî awayî hem dixwaze teahuda xwe ya ji bo van nexweşxaneyan pêk bîne hem jî dxwaze nexweşan bibe van nexweşaneyên derveyî bajêr û wan îzole bike.    GAVA EWIL HAT AVÊTIN    Wezareta Tenduristiyê duh na pêr, di çarçoveya tevdîran de ji bo nexweşxaneyên tayet û weqfî de giştînameyek weşand û erk xist destê midûriyetên tenduristiyê yên bajêr ku kare li bajêr cihê personelan biguherîne. Bi vî awayî pêşî li ber peydakirina personelên ji bo nexweşxaneyên bajêr hat vekirin û gava ewil hat avêtin.    Bi vê giştînameyê tê xwestin kêmasiya personel û bijîşkên nexweşxaneyên bajaran jî bê temamkirin ku Wezîrê Tenduristiyê Faahrettîn koca gotibû ew ê 32 hezar personelan tayin bikin. Wezareta Tenduristiyê di vê çarçoveyê de piranî ji bo amadekarina Nexweşxaneya Bajêr a Îkîtellî ya Stenbolê talîmat da ku hê bi temamî nehatiye çêkirin. Di vê çaçroveyê de garantî dan xwediyê  Holdînga Ronesansê Erman Ilicak ku li Bloka B'yê ya Nexweşxaneya Bajêr a Îkîtelliyê qatên 3,4 û 5'an ji bo rewşa awarte demildest amade bike. Ev nexweşxaneya navbirî diviya îsal bê vekirin, lê belê ji ber vê rewşê wê zûtir bê vekirin û ji bo amûrên wê û personelên wê bên temamkirin dest liv û tevger dest pê kirin. Tê gotin wê ewilî nexweşên giran sewqî vê nexweşxaneyê bên kirin û wê çend roj şûnde sewqên nexweşxan dest pê bikin.    Niha nexweşxaneyên bajêr ên li Edene, Mêrsîn, Isparta, Yozgat, Kayserî, Manîsa, Xarpêt, Enqere Bîlkent û Bûrayê dixebitin. Niha jî plan ew e ku nexweşxaneyên li Konya, Tekîrdag, Kutahya, Kocaelî, Stanbolê di sala 2020'î de bên temamakirin û di sala 2021'ê d ejî nexweşxaneyên li Enqere Etlîk, Dîlok û Îzmîrê bên temamkirin.