‘Li girtîgehan dibin sedema mirina mirovan' 2020-03-25 09:24:38 AGIRÎ – Apê girtiyên nexweş Gulser Ozbay û Fatma Ozbay ku di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ne, ji bo neberdana girtiyan got: "Dibin sedema mirina girtiyan."  Piştî vîrusa coronayê (Covîd-19) li Tirkiyeyê jî belav bû, yek ji deverên ku bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye girtîgehên. Tê gotin wê vê hefteyê Pakêta Darazê ya 3'yan berpêşî Meclîsê bê kirin lê belê d nav vê pakêtê de ji bo berdana girtiyên siyasî tiştek tuneye. Ji ber vê bi taybetî jî fikarên malbatên girtiyên nexweş her diçe zêde dibin.    Xwişkên hev Gulser Ozbay û Fatma Ozbay ku di Girtîgeha Jina ya Şakranê ya Alîagayê de ne, her du jî nexweş in. Apê wan Bakî Ozbay, anî ziman ku her du biraziyên wî jî nexweş in û nexweşîna pençeşêrê li wan peyda bûye. Ap Ozbay, xwest girtiyên nexweş hemû bên berdan.    JI BO TEDAWIYÊ DIVÊ BÊN BERDAN    Gulser Ozbay a 59 salî 21 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Gava di binçavan de ye 18 rojan îşkence lê tê kirin û piştî tê girtin wê dibin Girtîgeha Baybûrtê. Li Girtîgeha Baybûrtê nexweşîna pençeşêrê lê peyda dibe û tê emeliyatkirin. Piştî emeliyatê tedawiya wê baş nayê kirin û paşê ji vira wê sewqî Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê dikin. Ji bo Ozbay baş bê tedawîkirin divê bê berdan.   Fatma Ozbay a 55 salî jî nêzî 23 sal in girtiye. Gava li Girtîgeha Tîpa E a Erziromê ye nexweşîna pençeşêrê lê peyda dibe. Ji ber ku tedawiya wê tê taqloqkirin nexweşîna wê giran dibe û ji ber vê pêsîrek wê tê jêkirin. Ozbay a ku bi tena serê xwe niakribû pêdiviyên xw ebi cih bîne, bia wayekî kelemçekirî ji bo kemoterapiy ew tedawîkirin. Paşê wê ji Girtîgeha Tîpa E a Erziromê sewqî Girtîgeha Jina ya Şakranê dikin û niha ew û xwişka xwe di heman girtîgehê de dimînin.    ‘BIRYARÊN SIYASÎ DIGIRIN'    Ap Ozbay, anî ziman ku biraziyên wî nexweş û şert û mercên ku tê de ne nepaqij in û loma fikareyên wan hene. Ozbay, ji bo Pakêta Darazê ya 3'yan ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin jî anî ziman ku ne hiqûqî û mirov ye û got: "Diviya dewlet bi awayekî wekhev nêzî her kesî bibûna. Di pêvajoyeke wiha talûke de dev ji biryarên siyasî berdin. Divê dewlet bi rêz û edalet nêzî mafê mirovan bibe. Bi neberdana wan dibin sedma mirina wan. Ev mirov zêdeyî 20 sal in girtî ne. Divê jiyana xwe ya mayî li cem malbatên xwe derbas bikin."    Ozbay, destnîşan kir ku tu qanûneke ku jiyana mirovan esas nagire ne mirovî û wijdanî ye û got: "Dewlet bi awayekî newekhev nêzî girtiyan dibe. Îrana ku bi qasî serê derziyê demokrasî lê tuneye girtiyên siyasî berda. Lê Tirkiyeya ku dibêje ez demokratîk im mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle. Demildest divê dewlet vê newekheviyê ji holê rake."