Ji Çaglar Demîrel bang: Li girtîgehan tedbîr nayên girtin 2020-03-25 09:28:28 AMED - Parlementera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel a li Girtîgeha Tipa F a Hejmara 1 a Kandirayê dimîne bang kir û xwest bi lez û bez girtiyên nexweş û temen mezin bên berdan. Demîrel, dest nîşan kir ku li girtîgehan tedbîr nayên girtin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Çaglar Demîrel bi riya malbata xwe ji girtîgehê bang kir. Dayika Parlementera HDP’ê ya berê ya Amedê Çaglar Demîrel ku li Girtîgeha Tipa F a Hejmara 1 a Kandirayê girtiye Gulperî Demîrel, diyar kir ku duh bi riya telefonê bi keça xwe re axivî ye.   Çaglar Demîrel bi riya malbatê ev agahî dan: “Ji aliyê paqijiyê ve tu guhertin nînin weke berê berdewam dike. Têkildarî vîrusa coronayê jî tu malzemeyê paqijiyê nehatiye dayîn. Girtîgehê ji bo vîrûsê tu tedbîrên taybet newergirtine. Ji ber ku girtîgeha Kandirayê tu testên vîrûsê nekirine girtî bi xetereyeke mezin re rû bir rû ne. Ji ber vê yekê divê girtiyên nexweş û temen mezin bi lez û bez serbest bên berdan.”   Dayik Çaglar, Gulperî Demîrel, dest nîşan kir ku wek malbat li ser rewşa girtîgehan bi fikar in û got: “Divê bê cudatî hemû girtî gavek berî gavekê bên berdan.”