Rêxistinên çapemeniyê: Eser û Topaloglu serbest berdin 2020-03-25 10:01:06 STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê beriya danişina doza nûçegîhanên me Sadiye Eser û Sadik Topaloglu bê dîtin, bang li rayetdaran kirin û xxwestin Eser û Topaloglu serbest berdin.    Danişîna doza rojnameger û nûçegîhanên Ajansa me Mezopotamya Sadiye Eser û Sadik Topaloglu ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin dê sibê li 22'emîn Dadgeha Czeayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya danişînê Rêveberên Rêxistinên Çapemeniyê bang kirin û xwestin rojnameger Eser û Topaloglu serbest bêne berdan. Dozger der barê Nûçegîhanên me yên nêzî 4.5 mehin girtî ne, bi "muzika guhdar kirine, nuçeyên xwendine û çapkirine, dosyayên doza wan ên berê" sucdar dike.     Di danişîna sibê be dîtin de Sadiye Eser dê ji Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê û Sadik Topaloglu jî dê ji girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Sîlivriyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bibin. Beriya danişînê rojnamegeran xestin Eser û Topaloglu bên berdan.    PARÊZER ŞAHÎN: BI MUZÎKA GUHDAR KIRINE TÊNE TAWANBARKIRIN   Parêzera Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahin, diyar kir ku dema li îdîanameyê dinerin, dibînin ku bi muzîka guhdar kirine, wêneyê di flaşbeleka wan de hatine dîtin û daxuyaniyên kesên şahid tên tawanbarkirin. Şahîn xwest ku demek berî demekê rojnameger Eser û Topaloglu bêne berdan.    Şahîn, diyar kir ku zextên li ser rojnamegeran li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe û xwest ev zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibe û wiha got: "Her hefteyê danişîna 5-6 rojnamegeran tê dîtin. Heteya borî der barê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. Daxwaze me ewe ku demek beriya demekê hemû rojnameger serbest bêne berdan."    EREN: ÎQTÎDARA DEMA NIKARIBE BIKIRE ZEXTAN DIKE   Serokê Giştî yê Basin Îş a DÎSK'ê Faruk Eren jî diyar kir ku îqtîdarê beşek mezin a çapemeniyê kirî ye û dema nikaribe çapemeniyê bikire zextan li ser wan zêde dike û dixwaze bi zextan têxe kontrola xwe. Eren, anî ziman ku çapemeniya nexistiye bin kontrola xwe zêde zextan li ser wan dimeşîne û îfade û azadiya ramanê xistine bin pîyan. Eren xwest hemû rêxistinên ked, demokrasî û çapemeniyê bi hevre li dijî van zextan têbikoşin.    DIXAZIN ÇAPEMENIYA KURD ÎMHA BIKIN   Eren, da zanin ku di salên 1990'an de li dijî rojnamegeren Kurd zextên pir giran hebûn û wiha got: “Ji Musa Anter heta Metin Goktepe, Ugur Mumcu, Ferhat Tepe bi dehan rojnameger hatin qetilkirin. Îro jî hewl didin vê çapemeniyê îmha bikin. Hemû weşanên wan tên girtin, têne binçavkirin û girtin. Divê em şewirmendî û piştevaniya xwe xurt bikin û vê yekê berovajî bikin."    Eren herî dawi xwest Sadiye Eser û Sadik Topaloglu di danişîna sibê de serbest bêne berdan.    MA / Erdoğan Alayumat