Yenî Yaşamê ji ber vîrusa koronayê navber da çapkirinê 2020-03-25 10:54:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vîrusa koronayê navber da çapkirina xwe. Ji niha şûn de dê rojname bi awayekî dijîtal 24 saetan weşana xwe bidomîne. PDF’ên rûpelên xwe jî her roj li ser malpera xwe biweşîne.   Rojnameya Yenî Yaşamê, ji ber vîrusa koronayê ku her roj li seranserê Cîhanê dibe sedema mirina bi hezaran mirovan, navber da weşana xwe ya çap kirî. Rojnameyê di rûpele xwe yê yekemîn bi ser navê “Ev ne nivîsa xatirxwestinê ye” têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber şertên ku vîrusa koronayê peyda kirine rast nabîbin ku rojnameyê bi awayekî çapkirî biweşînin.   Ji niha şûn de heta ku rewşa awarte ya ji ber vîrusa koronayê asayî bibe dê rojname 24 saetan bi awayekî dijîtal weşana xwe bidomîne. PDF’ên rûpelên xwe jî her roj li ser malpera xwe biweşîne.