Xizmê girtiyekê: Em wekheviyê dixwazin 2020-03-25 11:00:17   EDENE - Xizmê girtiyekê Sînan Baldûz, diyar kir ku ew dixwazin paketa darazê bi awayekê wekhev bê sererast kirin û got: “Em ji her kesî re wekheviyê dixwazin.”   Birayê Seydî Baldûz ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtiye Sînan Baldûz, bertek nîşanî Paketa Darazê ya 3’yemîn a girtiyên siyasî ji derveyî wê hatine hiştin da. Baldûz, diyar kir ku birayê wî ev 28 salin girtiye û wiha axivî: “Nexweşiyên birayê min ên mîdê û KOAH’ê hene. Em vê Paketa Darazê ya ku girtiyên siyasî ji derveyî wê hatine girtin qebûl nakin.”   'EM WEKHEVIYÊ DIXWAZIN'   Baldûz, da zanîn ku ew wekheviyê dixwazin û wiha got: “Em, malbatên girtî û hikumxwaran, girtiyên siyasî ji derveyî Paketa Darazê ya 3’yemîn girtin, weke înfaza giştî dibînin. Em dixwazin ku pêşnûmeyekê wekhev bê lidarxistin. Em ji hemû kesî re wekheviyê dixwazin.”      'VÎRÛS WÊ LI GIRTÎGEHAN BELAV BIBE’   Baldûz, dest nîşan kir ku girtîgeh pir tijene û wiha bilêv kir: “Wê vîrûsa korona li girtîgehan belav bibe. Girtîgehe ji bo belavbûna vîrûsê guncawin. Ji ber vê şewbê girtî dibin talûkeyek mezin dene. Me mînaka vê yekê li girtîgehên Îtalya û Îranê dît. Ji ber vê hemû girtî û hikumxar divê bên berdan. Girtîgeha Îmraliyê  jî di nav de lazime ku girtîgeh bên valekirin. Ev peywîr û berpirsiyariyek dîrokî, wijdanî, exlaqî û hiqûqiye.”