KCD: Destê xwe ji nirx, vîn û şaredariyên kurdan bikişîn in 2020-03-25 11:28:46 AMED - KCD'ê bertek nîşanî tayînakirina qeyûm ên şaredariyên HDP'ê da û got: "Demildest destê xwe  ji nirx, vîn û şaredariyên gelê kurd bikişîn in."  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ji peywirê girtina hevşaredaran de, daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê diyar kir ku îro jî polîtikayên şer, tundî, zext, binçavkirin, bişaftin a dewletê didome û got:”Tevî ku Virusa Koronayê li her derê cîhanê belav bûye tevî partiya dewletê dest dixin ser şaredariyên gelê kurd û bi ser malên hevserokan digirin û wan dikin bin çavan.”   KCD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:   “Em wekî KCD’ê kesên tevî vê Virusa Koronayê ku li serê cîhanê bûye bela kesên qeyûm tayînî şaredariyên me kirin bi zimanekî tund şermezar dikin. Di pêvajoyeke wiha dijwar de kesên ku bi dijminatiya li dijî gelê kurd radibin û rûdinên navê xwe di dîrokê de ‘dijminê mirovahiyê’ nivîsandin. Hûn çima ewqas ji gelê kurd ditirsin? Bi vî awayî çend îktidaran hebûna xwe karibûye dewam bike? Çawa gelê kurd heta niha li Koçgirî, Dêrsim, Zilanê serî li dijî Rejîma Kemalîst netewand ew ê îro li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya Muhafazakar Neo-Osmanlici jî serî netewîne. Ew ê gelê kurd li dijî we serîhildana xwe bidomîne.    AKP WÊ JI BER NÊZÎKATIYA XWE BÊ DARIZANDIN    Ev tayinkirina qeyûman li dijî demokrasiyê gefek mezin e. Tu aliyekî vê yê mafdar tune ye. Bêguman ew ê AKP ji ber nêzîkatiya xwe ya nîjadperest bê darizandin. Partiyên muhalif ên wekî CHP û Yenî Partî divê êdî bêdeng nemînin. Ger ev êrîşan wiha dewam bike hemû kes ew ê para xwe ji vê yekê bigirin.   HÛNÊ NEKARIN HEMÛ CIVAKÊ BIXIN ÇIRAVA XWE   Banga ji bo îktidarê ye: Destên xwe demildest ji îrade, nirx û şaredariyên gelê kurd bikşînin. Rêya we ya ji 2015’an de her roj we ber bi çiravê ve dikşîne. Hûn nikarin hemû civakê bikin nava çirava xwe. Divê hûn dev ji vê zextê berdin û rêzê nîşanî vîna gelê kurd bide. Banda me ya ji bo gelê me: Me heta niha ji bo siyasetek demokratîk ji tu kesî icazet negirt. Em ji niha şûnde jî nagirin. Em bi biryar in ku di her demê de têkoşîna xwe bidomînin. Li ser esasê yekîtiya neteweyî de divê gelê me bi hemû bawerî û hêviya xwe  li têkoşîn, li siyasetmedarên xwe yên têkoşînê dikin, saziyên siyasetê yên demokratîk xwedî derkeve.”