Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn 2020-03-25 11:29:05 STENBOL – Girtiyên siyasî ku li girtîgehên cuda dimînin, ragihandin ku rêveberiyên girtîgehan vîrusa koronayê kirine firsend û binpêkirinên mafan zêde kirine. Ji girtîgehan ku ji ber vîrusa koronayê çavên herkesi li ser wan e, li şûna bergiriyên vîrusê, agahiyên tundî û binpêkirinên mafan tên. Li Îran û hin welatên din ku vîrusa koronayê li wan heye girtî hatin berdan. Lê li Tirkiyeyê têkildarî sererastkirina înfazê ya nû ku hikûmet li ser dixebite hê tu gav nehatine avêtin.   DAXWAZÊN GIORTIYAN BI CIH NAYNIN   Ji girtîgehên cûda girtiyên ku bi rêya mafê xwe yê axaftina bi telefonê, li malbatên xwe geriyan, ragihandin ku li girtîgehan bergiriyên vîrusê nehatine girtin û astengî ji paqijiyê re tên derxistin. Girtî Cengîz Aksîn ku li Girtîgeha Tîpa L Rizeyê girtî ye, li birayê xwe Aydin Aksîn geriya û jê re ragihand ku bi vîrusê re rêveberiya girtîgehê venêrînan zêde kiriye. Aksîn, diyar kir ku kekê wî ev tiştn jê re gotiye: “Vîrusê ji xwe re kirine firsend. Ji ber vîrusê rêveberiya girtîgehê û gardiyan daxwazên me bi cih naynin û şertên nebaş hildiberînin. Di heman demê de gotinên nexweş ji me re dibêjin. Zilmê li me dikin. Me ji rêveberiya girtîgehê amûrên paqijiyê û qolonya xwest, nedan me gotin pêwîst nake. Kogûşên me timik diguherînin.”   LI SÎLÎVRIYÊ TU BERGIRÎ TUNENE!   Hevjîna girtî Onay Yuruklu ku Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê girtî ye Yildiz Yuruklu jî destnîşan kir ku hevjînê wê jê re ragihandiye ku li girtîgehê ji bo vîrusê tu bergirî nehatiye girtin û wiha got: “Bi tu awayî li girtiyên nexweş nanêrin. Gardiyanên ku her roj diçin derve û tên lepikan nakin destên xwe û maske nadin ber devê xwe. Bê maske lêgerînan pêk tînin. Di rojên dawîn de timik avê dibirin. Heke vîrus derbasî girtîgehan bibe dê qet pêşî lê neyê girtin.”   DAXWAZA AMÛRÊN PAQIJIYÊ RED DIKIN   Girtî Fehmî Karaman ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tekîrdagê girtî dimîne jî rewşa girtîgehê bi rêya kekê xwe Hayrettîn Karaman raxist ber çavan. Hayrettîn Karaman, diyar kir ku birayê wî ragihandiye ku bi vîrusê re pêkanînên qebe zêde bûne û wiha got: “Birayê min, got ku li gel ku ji bo bergiriya vîrusê qolonya, dezenfekte û amûrên paqijiyê xwestine, rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku ‘pêwîst nake’ nedaye wan. Li girtîgehê ji bo parastina ji vîrusê tu bergirî nehatine girtin.”