Ji bo rojnamegerên girtî kampanya: #BilaRojnamegerLiMalêBimînin 2020-03-25 11:29:23 STENBOL - Înîsiyatifa Agahiya te heye? di pêvajoya ku xebatên pakêta darazê ya nû ya têkildarî înfazê tê kirin de xwestin rojnamegerên girtî jî tev li vê pakêtê bikin. Înîsiyatifê bi vê daxwazê bi etîketa #BilaRojnamegerLiMalêBimînin li ser hesabê medya civaki kampanya dan destpêkirin.    Komek rojnameger ji bo rojnamegerên girtî serbest bêne berdan, demek beriya niha Înîsiyatifa Agahiya te heye? ava kirin. Înîsiyatifê, di pêvajoya ku xebatên pakêta darazê ya nû ya têkildarî înfazê tê kirin de xwestin rojnamegerên girtî jî tev li vê pakêtê bikin. Înîsiyatifê, bi taybetî di vê pêvajoya ku vîrûsa corona (Covît-19) li her derê belav dibe de, bi vê daxwazê bi etîketa #BilaRojnamegerLiMalêBimînin li ser hesabê medya civaki kampanya dan destpêkirin. Înîsiyatifê di çarçoveya kampanyayê de videoya "Divê bi lez girtîgeh bên valakirin! parve kirin. Înîsiyatifê di metnê bangê de diyar kirin ku li Tirkiyeyê 389 girtîgeh hene û rêjeya tijebûna girtiyan ji sedî 121 e. Heta meha kanûnê zêdeyî 100 rojnamegeri girtî bûn. Dîza zêdeyî 208 hezar girtiyên hikûmxwar û 55 hezar girtiyên tên darizandin hebûn." Înîsiyatifê xwest hemû rojnamegerên girtî bê berdan û ji vê zagonê sûdê bigirin û got: "Dengê xwe li dengê me zêde bikin."