Malbatên girtiyan kampanya şandina daxwaznameyên ji bo Wezareta Dadê dan destpêkirin 2020-03-25 11:44:29 AMED – Bi pêşengiya xebata ku MED TUHAD-FED’ê da destpêkirin malbatên girtiyan ji bo girtî werin berdan serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê didin.  Federasyona Komeleyên Piştevaniyê û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) ji bo talûkeya vîrûsa koronayê ku li girtîgehan derketiye astekê kampanya da destpêkirin. Daxwaznameyên malbatên girtiyan ku amade kirine ji Wezareta Dadê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê re dişîne. Di daxwaznameyê de hat gotin ku di rêkûpêkkirina nû ya ji bo girtîgehan dê were çêkirin  de divê ji bo her kesî derbas bibe û tê xwestin ku tevdîr werin zêdekirin û hemû girtî werin berdan.    ‘VÎRÛSA KORONAYÊ BELAV DIBE’    Daxwaznameya hat amadekirin wiha ye: “Ez bavê, birayê û dayika girtî û hikumxwarê li girîgehê me. Ez dixwazim yasaya înfazê ya di rojeva Wezareta Dadê de ye bi awayek adil û wekhev were birêkûpêkkirin. Vîrûsa koronayê niha li 170 welatan belav bûye. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê vê şewbê wek şewbek kûrewî (Pandemî) ragihand. Li Tirkiyê jî heta îro 44 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nava civakê de tevdîrên tenduristiyê hatine girtin. Lazime tenduristî û mafê jiyanê yê girtî û hikumxwaran jî were parastin û tevdîrê wan were girtin. Di vê derbarê de hin rêxistinên hiqûqî û tenduristiyê û mafê mirovan daxuyanî dan.   GUHERTIN ŞERT E    Lê ev şewb bi lez û bez belav dibe. Tevdîr kêm in. Metirsiya vîrûsa koronayê li ser girtiyan û hikumxwaran beşek ji civakê jî xistiye nava fikaran. Hejmara kesên nehatine cezakirin gelek in. Ji ber vê yekê Wezareta Dadê di çarçoveya vê plansaziya yasaya înfazê de bil ez guhertinên di mezûatê de pêk bîne. Ev yek şert e.    DERVEYÎ YASAYÊ HIŞTIN NAYÊ FIKIRANDIN JΠ   Di destpêkê de divê hemû aliyên civakî di çarçoveya vê amadekariyên de tevlî pêvajoyê werin kirin. Li girtîgehan kapasîte tije bûne. Mafê mirovî yên girtiyan tê binpêkirin. Birêkûpêkkirina vê yasayê pêdiviya herî aktûel e. Tişta herî baş û pêdivî ew e ku pêşî li vê şewbê were girtin û kes jiyana xwe ji dest nede ye. Şertên tenduristiyê û şertên rê li ber jiyanek nebaş a hin girtiyan were vekirin nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî ji ber şewba vîrûsa koronayê ku vê rêkûpêkkirina înfazê were çêkirin jî divê tu cûreyek sûc derveyî vê neyê hiştin û jixwe ev nayê fikirindin jî.    Ez wek xizmê girtiyek û hikumxwarek;    * Berdana bi şert û serbestiya bi kontrol ji bo hemû cûreyên sûc di rêjeyek wekhev de were sepandin.    * Girtiyên bi ser 60 salî ku dikevin koma bi talûke, yên nexweşînên wan kronîk hene, dayikên bi zarokên xwe re girtî ne, jinên ducanî jî li malê dikare înfaza wan dewam bike. Di vê xisûsAê de ji bo kesê lîderê rêxistinê ye yasa taybet neyê nasîn û bêcudahî divê were sepandin. Divê înfaza li malê jî ji bo jiyana kes sînor neyê dayîn. Divê kes di nava civakê de dikaribe cih bigire.    * Ji bo girtiyên ji vê yasaya înfazê sûdê wernagirin jî ji ber şewbê ji bo ku tiştek ji canê wan nebe ji bo tedbîrên alternatîf takdîr ya dadgehên herêmî ye.    Ez pêşniyaza xwe ya bi vî awayî ji we rayedarên Wezaretê re radigihînim. Ez dixwazim hemû girtî û hikumxwar werin berdan.”