Wezîr Çavuşoglu: Li derveyî Tirkiyeyê 32 welatiyên me bi vîrûsê mirin 2020-03-25 11:51:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, diyar kir ku li dervê welat 32 welatiyên wan ji ber vîrusa corona jiyana xwe ji dest dane.    Vîrusa corona (covit-19) li cîhanê û Tirkiye roj bi roj belav dibe. Li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi vîrûsê jiyanaxwe ji dest dan gihişt 44 kesan. Dîsa heta niha li Tirkiyeye 1872 kes bi şewba vîrûsê ketine. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, diyar kir ku li dervê welat 32 welatiyên wan ji ber vîrusa corona jiyana xwe ji dest dane.