Li Stenbolê di xwîna 24 hekîm û hemşîreyan de vîrûs hat dîtin 2020-03-25 12:11:32   STENBOL - Serokê Rêveberiya Komeleya Hekîmên Malbatê ya Stenbolê Dr, Kutbettin Demîr diyar kir ku li Stenbol û navçeyên wê di xwîna 24 hekîm û hemşîreyan de vîrusa corona hatiye tespîtkirin.   Li Tirkiyê vîrûsa corona belav dibe. Li gorî daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca heta niha 44 kes ji ber şewba vîrûsê mirin û 1872 kes jî bi şewba vîrûsê ketine. Serokê Rêveberiya Komeleya Hekîmên Malbatê ya Stenbolê (ÎSTAHED) Dr, Kutbettin Demîr, ji ber komên bi risk ên ji dervê welat tên Tirkiye, ji bo "Rapora  Tenduristiyê ya Agahdarkirina Rewşê" wan arasteyi Navenda Tenduristiya Malbatan (ASM) dikin, rexne li hikûmetêkirin. Dr. Kutbettîn Demîr, diyar kir ku li Stenbol û navçeyên wê di xwîna 24 hekîm û hemşîreyan de vîrusa corona hatiye tespîtkirin. Demîr ji Nûçegîhanê Rojnameya Milliyetê Mert Înan re axivî û diyar kir ku rewşa xizmetkarên tenduristiyê nebaş e. Demîr anî ziman ku hin hevalên wan li nexweşxaneyê tên dermankirin û hin hevalên wan jî li malê têne dermankirin. Dr. Demîr xwest ji xeynî rewşên pir lezgîn welatî ji malên xwe dernekevin û wiha got: "Navendên tenduristiyê cihê herî zêde bi rîsk in."