Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 388 kes ji ber vîrûsa koranayê jiyana xwe ji dest dan 2020-03-25 12:22:47 NAVENDA NÛÇEYAN – Li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê kesên jiyana xwe ji dest dan hejmara wan 2 hezar û 388 kes zêde bûn û derket 18 hezar û 926 kesî.    Vîrûsa koronayê (Kovîd-19) her ku diçe li tevahiya cîhanê belav dibe û mirovahî bi metirsiya vê şewbê re rû bi rû mye. Li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê kesên jiyana xwe ji dest dan hejmara wan 2 hezar û 388 kes zêde bûn û derket 18 hezar û 926 kesî. Hejmra kesên vîrûs li wan peyda bûye derketiye 424 hezar û 24 kesî. Daneyên rojane ku malpera înternetê "worldometers" berhev dike û belav dike. Li gorî malperê ji 25’ê adarê ve yên ji şewbê hatine xelaskirin 109 hezar û 179 kes in.