Hunermendên NÇM’ê: Girtî di tahlûkê de ne, serbest berdin 2020-03-25 13:57:19 AMED - Hunermendên NÇM’ê bi riya medya civakî bang kirin ku li dijî talûkeya vîrûsa coronayê girtî di talûkê de ne divê hemû demildest serbest werin berdan.   Vîrûsa Koronayê roj bi roj li her deverê cîhanê belav dibe. Cihekî ku vîrûs bandorê lê bike jî girtîgeh in. Ji bo ku girtî serbest werin berdan gelek sazî, dezgeh, komeleyan bang li rayedarên dewletê û hikumetê dikin. Di pêşengtiya hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Amedê jî hunermendan bang li rayedarên hikumet û dewletê kirin. Hunermendan banga xwe bi tirkî û kurdî kirin. Hunermend Kîbar Suvarî, Devrîm Demîr, Şêrko Kanîwar, Elvan Koçer, Mesût Baskin, Neşet Guçmen, Rûken Bekalp, Hozan Dîno, Avşîn Adiguzel, Şahperî Alphan, Yavûz Akkûzû, Giyasettîn Şehîr, Berfîn Emektar, Ahmet Yilmaz, Azad Bedran Kizilkar, Pinar Aydinlar, Omer Baran, Hozan Kawa, Îlham Bakir bangên xwe li ser medya civakî û bi dîmen kirin.   Hunermendan, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona ku li hemû cîhanê û Tirkiye belav bûye û ev vîrûs ji bo girtiyan û girtîgehan rîskeke mezin e. Hunermendan, anîn ziman ku ji bo tenduristiya girtiyan xeteriyek çêne be divê demildest girtîgeh bên vala kirin û di paketa darazê de ji bo girtiyên siyasî jî guhertinek bê çêkirin. Hunermendan, destnîşan kirin ku divê girtiyên siyasî û hemû girtî demildest werin berdan û kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im divê ji bo girtiyan dengê xwe derxînin. Hunermendan, anîn ziman ku heke vîrûs bikeve nav zindanan wê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin ji ber vê yekê divê girtî hemû bên azad kirin.   MA / Fahrettîn Kiliç