Nexweşa penceşêrê Olcay Senem a hatibû sîrgûnkirin vegeriya ser karê xwe 2020-03-25 14:18:51 ENQERE  - Nexweşa penceşêrê Olcaya Senem a gotibû ku rastî tacîza Midûrê Turîzmê yê Çanda Qersê H.D. hatiye û li ser vê yekê ji aliyê Walîtiya Qersê ve sîrûgînê Miduriyeta Muzeyê hatibû kirin, paşve vegeriya ser peywira xwe.   Nexweşa penceşêrê Olcay Senem a gotibû ku rastî tacîza Midûrê Turîzmê yê Çandê yê Qersê H.D. hatiye û li ser vê yekê ji aliyê Walîtiya Qersê ve di 8’ê Cotmeha 2019’an de sîrûgînê Miduriyeta Muzeyê hatibû kirin, paşve vegeriya ser peywira xwe. Senem tiştên jiyabûn di 11’ê Adarê de ji ajansa me re vegotibûn û roportaja bi wê re hatibû kirin, hat weşandin.    Senem li ser biryara jê re çûyî, îro paşve vegeriya peywira xwe ya berê ya li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Qersê.   ‘ENDAMA TÊKOŞÎNA MINE’   Senem, diyar kir ku têkildarî lêpirsîna derbarê midur H.D. yê ew tacîz kir de tu agahî ji bo wê nehatine dayîn û got: “Hîna jî midur tê parastin. Biryara hat dayîn encama têkoşîna mine. Êdî bila jin bê deng nemînin. Di saziyan de gelek karkerên jin rastî tacîzan tên. Ji ber zextên civakî şerim dikin ku vebêjin. Lê bila tacîzkar ji xwe şerim bikin. Tu carî bêdeng nemînin. Ezê penceşêrê jî têk bibim. Êdî ne dema bêdeng mayînê ye.”