Li Amedê kesên bi şewba vîrûsa corona ketin zêde bûn 2020-03-25 14:52:43 AMED - Li Amedê kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin zêde bûn. Heta niha di desta 9 kesan de vîrûs hat dîtin. 39 kes jî bi gumana vîrûsê rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku dibe hêjmara kesên bi vîrûsê zêdetir bibe û hat xwetin ku kes ji malên xwe dernekevin.    Vîrûsa corona hem li cîhanê û hem li Tirkiye û tevahiya bajarê Tirkiyeyê belav dibe. Li gorî daneyên fermî yê wezîr ji ber vîrusa corona (Covid-19) heta niha li Tirkiyeyê 44 kes mirin û di 1872 kesan de vîrûs hat dîtin. Yek ji cihê vîrûs lê belav bûye jî Amed e. Li Amedê jî heta niha di testa xwîna 9 kesan de vîrus hat dîtin. 39 kes jî bi şika vîrusa Covit 19 rakirin nexweşxaneyê.    Heta niha li gel ku Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan a Amedê û Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê wekî “Nexweşxaneyên Pandemî" nehatine îlankirin jî yek jê pitik û yek jî zarok 2 nexweş li van nexweşxaneyan razandin. Ji ber li van nexweşxaneyan tu tedbîr nehatine girtin, fikarê ku vîrûs li van nexweşxaneyan belav bibe zêde dibe. Hat diyar kirin ku nexweşê bi guman rakirine beşa îzolasyonê û ger rewşa wan giran bibe dê wan bişînin Fakulteya Zipê ya Zanîngeha Dîcleyê.    Hat diyar kirin ku berê kesek bi şika Pnomi (zatürre) rakirin nexweşxaneyê û testa Kovid-19 kirin û rakirin beşa venêrtina zêde. Lê hefteyek dawî ye nexweş bêyî bên testkirin wan dişinin vê beşê.  Hat zanin ku xizmetkarên tenduristiyê bê ekîpman mudaxaleyî van nexweşan dikin û ev yek risk zêdetir dike.    Hat diyar kirin ku ji ber test nehatiye kirin ewil wekî ku vîrûs tune nişan dane û piştre derketiye holê ku di heman nexweşi de vîrûs hatiye dîtin. Hat zanîn ku bêyî bê testkirin wan bi zorê li vê beşê radizînin û ev yek jiyana xizmetkarên tenduristiye dixe bin rîskek mezin.    DERNEKEVIN DERVE    Xizmetkarên tenduristiyê xwestin ku bi vî şiklî jiyana wan di bin rîskê de ye û xwestin ekîpmanên parastina li dijî vîrûsê ji wan re bê şandin. Hat xwestin ku li bajarê Kurdan ê teknika testa Covît 19 tune welatî neçin nexweşxaneyan û ji malên xwe dernekevin.