Qeyûm zilamek tayînî Miduriyeta Jinê ya Şaredariya Êlihê kir 2020-03-25 15:06:17   ÊLIH - Qeyûm zilamek tayînî Miduriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê kir.   Valiyê Êlihê Hûlûsî Şahîn ê weke qeyûm tayînî Şarederiya Êlihê hat kirin, di saetên duh bi şev de, miduriyetên şaredariyê guhertin. Qeyûm Eldar Îbrahîmoglû, tayînî Miduriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariyê kir. Îbrahîmgolû di dema qeyûmê berê de jî hatibû peywirdar kirin.     Midura Xizmetên Jin û Malbatê Ozdem Gubruz Sumer, diyar kir ku heya niha derbarê tayînkirina midurê zilam de tu agahiyek fermî ji bo wan nehatiye şandin û got: “Lê agahiya me ji vê yekê heye. Ev nayê qebûl kirin. Çawan dibe ku zilamek xebatên jinan bi rêve bibe. Ne tenê midur divê hemû xebatkarên wê jin bin.”