Di çapemeniya cîhanê de Kovîd-19: Gerîlayên komunîst agirbestê ragihandin 2020-03-25 15:08:21   ENQERE – Li gorî çapemeniya cîhanê di vîrûsa koronayê de kêmbûna bûyeran a li Îtalyayê wek “hêvî” hat pêşwazîkirin. Gerîlayên komunîst ên Filîpînî bersiva erênî dan banga agirbestê ya NY.    Vîrûsa koronayê di rojeva tevahiya cîhanê de ye. Yek ji rojeva herî germ e. Ji sernavên vê rojeva germ banga “li malê bimîne” ya li Hîndastanê hat kirin e. Li bajarên mezin ên Hîndîstanê kolan vala man. Vê yekê cihek berfireh di çapemeniya cîhanê de cih girt. Li Hîndîstanê ger û geşt, kargeh û derketin derve hat sînorkirin û dê ev yek heta 31’ê adarê bidome. Li cîhanê welatê herî qelebalix ê duyemîn ku Hîndîstan e heta niha 415 weqayên vîrûsa koronayê derketine û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.    AFGANÎSTAN   Li welatên herî feqîr ê cîhanê jî rojeva vîrûsa koronayê derdikeve pêş. Yek ji van welatan jî Afganîstan e. Heta niha 75 weqayên vîrûsê derketine. Yek ji bajarên Afganîstanê ku herî zêde vîrûs lê bandorê dike Herat e û ev der wek herêma şer tê zanîn. Li vî bajarî hejarî gelek heye û jinek 45 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji xwe dest da. Li Afganîstanê heta niha du kesan jiyana xwe ji dest daye.    LI WELATÊN AFRÎQAYÊ GEFA VÎRÛSÊ    Li welatên Afrîqayê yên wek Afrîqa Başûr, Kenya, Misir, Cezayîr û Burkina Faso jî vîrûsa koronayê peyda bûye. Hejmar li van welatan zêde dibe. Tê gotin ji ber vîrûsê fikarên mezin li van welatan hene.    Africanewsê ragihand ku li welatê Nîjeryayê jî li dijî şewba girseyî tevgera tevdîran hatiye destpêkirin û ev şewba gefê li xelkê Nîjeryayê dixwe.    GERÎLAYÊN KOMUNÎST AGIRBESTÊ RAGIHANDIN    Rojnameya The San Diego Union-Tribune daxuyaniya ku Artêşa Gelan a Nû (New Peoples Army) a ku milê çekdarî ya Partiya Komunîst a Filîpînê daye ragihand. San Diego UT nivîsand ku gerîlayên komunîst ên Filîpînî ji ber vîrûsa koronayê banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) qebûl kiriye û agirbestê ragihandiye. Li gorî vê nûçeyê hat zanîn ku heta pêvajoya şewbê bidome dê biryara agirbestê bidomîne. Her wiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li çoltera Filîpînê ku ji nîv sedsalê zêdetir e gerîlayên têdikoşin hejmara wan bi qasî 3 hezar û 500 kesî ye û li herêma bakurê vî welatî çalak in.    LI LÎBYAYÊ KORONA HAT TESPÎTKIRIN    Middle Easy Eye ku ajansek nûçeyên Rojhilata Navîn radigihîne jî nûçeya bi sernavê “Li Lîbyaya ku şer wê hilweşandiye weqaya ewil a vîrûsa koronayê” vîrûsa koronayê ya li Lîbyayê derxist pêş. Vê ajansê nivîsand ku kesek 73 salî ku ji Erebîstana Siûdî derketiye û bi ser Tûnûsê du hefte bere gihîştiye Lîbyayê û vîrûs div î kesî de hatiye tespîtkirin.    LI AMERÎKA Û ELMANYA PAKÊTÊN ABORIYÊ HATIN PEJIRANDIN    Rojnameya The New York Times a Amerîkî jî ragihand ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji ber vîrûsa koronayê pakêtê aboriyê gengeşek mezin derxistiye û ev pakêt ji aliyê Qesra Spî û senatoran ve bi qasî 2 trîlyon dolar hatiye pejirandin.    Die Zeit a Elmanya jî alîkariya aborî ya Hikumeta Federal a Elmanya kiriye rojev û destnîşan dike ku Hikumeta Elmanya pakêta alîkariya ya ku heta niha qet nehatiye dîtin pejirandiye.   LI ÎTALYA HÊVΠ   Rojnameya La Stampa jî ragihand ku li Îtalyayê ku bûye yek ji welatên herî zêde mirinên vîrûsê lê pêk tên tevî ku 743 kes mirine jî di sê rojên dawî de ev şewb li welat hinek din jî kêm bûye. Di nûçeya La Stampa de tê gotin ku rêjeya weqayên pozîtîk a ji sedî 15.6’an daketiye ji sedî 7.2’an û ev yek wek “hêviyek” li Îtalyayê tê şîrovekirin.    Werger: Ajansa Mezopotamya