Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî banga berdana girtiyan kirin 2020-03-25 15:09:40 MÊRDÎN - Li Mêrdînê gelek rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bang kirin ku hemû girtî bêyî cuahî ji girtîgehên ku ji ber vîrusa koronayê di bin gefeke mezin de ne bên berdan. Li Mêrdînê 16 rêxistinên sivîl û hin partiyên siyasî, ji bo berdana girtiyan ku ji ber vîrusa koronayê di bin gefeke mezin de ne, daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi derve mayîna di sererastkirina îngazê ya nû de tê xwestin ku girtiyên siyasî terkî mirinê bên kirin.   ‘WÊ MIRIN JI NEÇARÎ ÇÊBIBIN’   Di daxuyaniyê de qala şertên li girtîgehan hat kirin û têkildarî mijarê ev tişt hat gotin: “Girtîgeha ji bo belavbûna vîrusa koronayê qadên guncav in. Li girtîgeha ji qapasîteyê zêdetir girtî hene. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku dûrbûna ji hev pêk bînin. Bi belavbûna muhtemel a virûsê re kareseteke mezin pêk bê û dê ji neçarî gelek mirin çêbibe. Bi derve mayîna di sererastkirina îngazê ya nû de tê xwestin ku girtiyên siyasî terkî mirinê bên kirin. Divê ku girtî ji hev neyen cudakirin. Em daxwaz dikin ku hemû girtiyên extiyar, ducanî, dayikên bi zarok û girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene bên berdan.” Di daxuyaniyê de paketa aboriyê ya ku qaşo ji bo bergiriyên vîrusê hatiye aşkerakirin û tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê jî hat rexnekirin û hat destnîşankirin ku peywira desthilata siyasî li şûna bi darbeyên siyasî desteserkirina vîna gel, parastina tenduristiya gel e.”   BERGIRÎ   Di berdewama daxuyaniyê de bergiriyên ku divê ji bo girtiyan bên girtin wiha hatin rêzkirin:   “* Divê paqijî bi baldarî pêk were û girtî bê pere xwe bigihînin amûrên paqijiyê.   * Ji ber qedexekirina hevdîtinên vekirî û girtî, divê mafê axaftina bi telefonê ya girtiyan bê pere bê zêdekirin.   * Divê girtîgeh bi awayekî rêk û pêk bên dezenfektekirin.   * Tutuklu ve hükümlüler için salgınla ilgili bilgilendirme afişleri ve broşürleri hazırlanmalı ve cezaevlerinde görünür bir şekilde asılmalıdır.   * Divê girtî bi awayekî rêk û pêk xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û ev yek bi awayekî zelal bê pêk bê.   * Divê desthilat li şûna ku rojevê bi bûyerên polîtîk têje bike, berpirsyariya xwe parastina ji bo vîrusê pêk bîne.”   Rexistinên sivîl û partiyên siyasî ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê heye wiha ne; Odeya Bijîjkan a Mêrdînê (MTO), Odeya Diransazan a Mêrdînê, Şaxa Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES)a Mêrdînê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES)a Mêrdînê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Sen)a Mêrdînê, Şaxên Tumbel Sen’ê yên Mêrdînê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Aazadîxwaz (OHD) a Mêrdînê , Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, Rêxistina CHP’ê ya Mêrdînê, Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê, Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê, Komeleya Nivîskaran a Mezopotamyayê, Komeleya Zimanên Ebedî ya Mezopotamyayê (Medî-Der), Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Mêrdînê, Komeleya Parastin û Jiyandina Nirxên Civakî ya Mêrdînê.