''Qeyûm êrîşa li dijî şaredarivaniya jinan e'' 2020-03-25 15:24:12 ÊLIH - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Bajaran, diyar kir ku tekildarî vîrûsa corona li şaredariyan ji bo jinan tedbîr nehatiye gritin û wiha got: "Tayînkirina qeyûma a şaredariyan êrîşa li diji jinan e."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên rojane li avahiya HDP'ê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, anî ziman ku li dijî vîrûsa corona tedbîrên ku tenê beşek civakê dixe nava xwe tê girtin û wiha got: "Ji bo jinan tu tedbîr nehatine girtin."    Başaran, anî ziman ku hemû cîhan bi vê şewbê re neçar maye ku rû bi rû bimîne û wiha axivî: "Piştî şewb li Tirkiyeyê hat dîtin, îqtîdarê hêj nû dest bi hin tevdîran girt. Lê ev tevrîd jî tenê beşek civakê dixe nava xwe. Îqtîdar tenê bang dike ku her kes li malên xwe bimînin. Ev yek jî ji bo jinan rîskê zêdetir dike. Em li aliyekî piştgiriyê didin vê bangê. Lê li aliyê din jin dê li malê bêtir rastî tundiya hundir bên. Ev rîska li dijî jinan zêdetir dike. Li gorî daneyan li bajarê Wuhanê piştî qedexeya dervê malê anîn, tundiya li dijî jinan ji sedi 90 zêde bû. Li hemû cîhanê tundiya li dijî jinê zêde bû. Jin di şert û mercê bê ewle de kar dikin. Bi vê şewbê jinan bê heq dişinin destûrê. An jî wan ji kar derdixin. Ev bêtir jinê mexdûr dike û mafê wê binpê dike."    DIVÊ KARÊ MALÊ TENÊ LI JINAN NEYÊ BARKIRIN   Başaran, bal kişand ser xebata Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecioglu ya der barê tundiya li dijî jinê û wiha lê zêde kir: "Parlamentera me anketek bi çûk çêkir. Navendên ku jinên rastî tundiyê tên û seri li wan didin lêkolîn kir. Ji malên Stargeha Jinan heta xeta tuntdiyê ya 183'an, hat dîtin ku tenê jinên ewlehiya canê wan zêde digirin malên stargehan. Disa hat dîtin ku krîterên serlêdana van navendan ne zelal û aşkere ye. Jinên ku li vê qadê dinerin di karê xwe de ne pispor in. Ji ber vê yekê zahmetiyan dijîn. Ji bo jin rastî tundiyê neyên divê hikûmet gavan bavêje. Divê jin ji xeynî karê xwe karê malê jî nekin. Ji bo bo vê yekê divê hikûmet spotên ji bo karê malê amade bike. Di van spotên cemaweriyê de divê bide xuyakirin ku mêr jî pêwiste karê malê bikin."    'QEYÛM ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞAREDARIYA JINÊ YE'    Başaran, herî dawî tayînkirina qeşûman a şaredariyê HDP'ê jî nirxand û wiha got: "Îqtîdar vê şewbê wekî litûfa xwedê dibîne. Vê îqtîdarê di vê pêvajoyê de qeyû tayinî şaredariyan kir. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê berdewam bikin. Em berê jî bûn şahid. Qeyûm çawa tê ewil karê jinan radiwestine. Em jin dê li dijî siyaseta qeyûm û siyaseta li dijî dijminantiya kurdan di her qadê de têbikoşin. Tayinkirina qeyûm li dijî şaredariya jinê ye. Dîsa jinên penaber di bin rîskek mezin de dijîn. Divê hikûmet ji bo jinên penaber û pirsgirêkên wan ên aborî jî gavan bavêje. Dîsa li dijî rîska vîrûsê jî gavan bavêje."    BI HEZARAN JIN JI BER FIKRÊN XWE GIRTÎ NE'    Başaran, destnişan kir ku kesên tundî û îstîsmara jinê dikin ji vê pakête sûdê digirin, lê bi hezaran jinên ji ber fikr û siyaseta xwe hatine girtin sûdê nagirin û wiha got: "Li girtîgehan ji ber fikrên xwe bi hezaran jin girti ne. Kesên îstismarkar tê berdan, lê jinên ji ber fikrên xwe girtî nayên berdan. Ji Figen Yuksekdag heta Gültan Kişanak divê hemû hevalên me yên jin serbest bêne berdan."