Walîtiya Êlihê destûra çalakiyan bi xwe ve girê da 2020-03-25 15:33:40 ÊLIH - Waliyê weke qeyûma tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, destûra hemû çalayan heya 15 rojan bi xwe ve girê da.  Walîtiya Êlihê, di demek ku ji ber vîrûsa koronayê hemû çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ji holê hatin rakirin de, biryara “destûra çalakiyan dayîn” cardin dirêj kir. Waliyê ku weke qeyûm tayînî şarederiyê hat kirin, qedexeya heya 15 rojan dirêj kir. Walîtiyê diyar kir ku ji 25’ê Adarê heya 9’ê Nîsanê hemû civîn, xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kon vedan, vekirina standan, îlanên destan û hwd. girêdayî destûrê ne.