KESK’a Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da 2020-03-25 16:15:17   ÊLIH – Platforma Şaxên KESK’ê yên Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên ser Şaredariya Êlihê da.    Platforma Şaxên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a ÊLihê bi boneya tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Êlihê li avahiya Şaxa SES’ê ya Êlihê civîn li dar xist. Berdevkê Demî yê Platformê Nûrettîn Şîmşek daxuyanî da û diyar kir ku di serdemek ku talûkeya şewba vayrûsa koronayê li cîhanê heye tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin û got: “Li dewsa tevdîr û pêşîgirtina şewbê, îqtîdar li pey hesabên siyasî ye.”    ‘DEST JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BERDIN’     Şîmşek da zanîn ku bi şewbê re wê zextên aborî jî zêde bibin û xwest şert û mercên aborî werin başkirin. Şîmşek anî ziman ku di serdemek wiha de ku îqtîdar dibêje bila her kes ji metroyek bêtir dûrî hev bimîne, lê qeyûman tayin dike, yên bertek nîşan didin jî rastî êrişa polîsan tên û tên binçavkirin. Şîmşek got heke weqayên enfekteyê derkevin berpirsiyariya vê yekê ya îqtîdarê ye. Şîmşek got ew wek Platforma KESK’ê dixwazin ku îqtîdar demildest dest ji sepanên xwe antî demorkatîk û polîtîkaya qeyûman berde.