Li pêş PTT'ê mirov ketin dorê 2020-03-25 16:42:06 AMED - Li aliyekî li dijî vîrûsa corona bang li gel tê kirin ku ji malên xwe dernekevin. Li aliyê din, welatiyên ji bo fatûreyên av, ceyran û xaza xwezayî razînin li pêş PTT'ê ya Amedê ketine dorê balê dikişînin ser xwe.    Ji ber talûke û rîska vîrûsa corona (Covît-19) ku li hemû cîhanê û Tirkiyeyê belav dibe her roj bang tê kirin ku welatî ji malên xwe dernekevin. Lê li aliyê din welatî neçar dimînin ku an biçin kar an jî ji bo karê fermi dakevin kolanan. Li Amedê jî dîmenên balkêş li pêş saziyên fermî yên dewletê bala mirovan dikişinin. Li Amedê welatiyên ji bo fatûreyên av, ceyran û xaza xwezayî razînin li pêş PTT'ê ya Amedê ketine dorê balê dikişînin ser xwe. Welatiyên li pêş PTT'ê yên Sûr, Yenişehîr, Rezanê dikevin dorê bertekên xwe tînin ziman û dixwazin ev razandina farûreyan bê taloqkirin.  Welatiyan bang li rayedaran kir û xwest tedbira vê yekê bistînin.   Dîsa li ber deriyê bankayan jî welatî dikevin dorê û rîzka ku nexweşiyê belav bikin zêdetir dikin.