Koca: Hejmara kesên ji ber coronayê mirin bû 59 2020-03-26 00:04:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrusa coronayê de parve kirin. Koca, got: "Di 24 saetên dawî de 5 hezar û 35 test hatine kirin. Ji van testan 561 jê pozîtîf derketine. 15 nexweşên me yên din jî jiyana xwe ji dest dane."    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê daneyên der barê şewba vîrusa coronayê de parve kirin.    Koca, got: "Di 24 saetên dawî de 5 hezar û 35 test hatine kirin. Ji van testan 561 jê pozîtîf derketine. 15 nexweşên me yên din jî jiyana xwe ji dest dane. Hejmar, êşa kesê jiyana xwe ji dest dane û endîşeyê îfade nakin. Em hewl bidin ku bêrîsk bijîn. Em bi tevdîran dikarin bijîn."    Piştî vê daxuyaniya Koca, heya niha hejmara kesên ji ber coronayê jiyana xwe ji dest dane bû 59.