ROJEVA 26'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-26 09:00:13 * Mûhetmer Bor ku kurê wê girtiyê nexweş Fûat Bor di Girtîgeha Tîpa T a Karabukê de ye, gazî Wezareta Dadê kir û jê xwest rojek berî rojekê girtiyên nexweş giş bên berdan.  * Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, bal kişand ser belavbûna vîrusa coronayê û got, hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke pir krîtîk e û xwest Wezareta Tenduristiyê daneyên bajaran aşkere bike.    * Di vê pêvajoya ku hemû cîhan vîrûsa corona niqaş dikin û li dijî vîrûsê şer dikin de, îqtîdara AKP'ê bi guhertinên "Rêziknameya têkildarî erêkirina tescîl û tespîta qadên cemaweriyê" mijûl dibe. Pisporan bertek nîşanî vê hewldana AKP'ê dan û diyar kirin ku bi vê guhertinê dixwazin xweza û qadên jiyanê talan bikin.    * Hevşaredarên Bismilê Orhan Ayaz û Gulşen Demîr ku qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan û gotin, AKP veguheriye pandemiyê û êdî wextê wê û çûyînê hatiye.    * Serokê Odeya Dermanxaneyan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Fîkret Baransel, rewşa dermanxaneyên di pozîsyona saziyên tenduirstiyê yên asta yekemîn de nirxand û got, ji bo dermanxane û xebatkarên di grûba rîskê de ne tevdîran digirin.    * Welatiyê ku du hefte berê li Deriyê Sînor ê Xabûrê tenê germa laşê wî hat pîvandin û paşê jê re hat gotin li mala xwe bimîne, çûye gundê xwe geriyaye û paşê çûye bajêr û serdana gelek kesan kiriye.    * Tê gotin li gundê Bildiyan ê Kolikê kesek ji ber vîrusa coronayê miriye. Esnaf Serhat Ayaz, gazî dewletê kir û got: "Hûn dibêjin di mal de bimînin, wisa nabe. Gere di warê aborî de piştgiriyek hebe."    * Nûrcan Aslan ku di Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê de ye, gava telefonî malbata xwe kiriye û di telefonê de gotiye, ji bo vîrusa coronayê tevdîr nayên girtin telefona wê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin jî ku di heman girtîgehê de ye ji ber astim pê re heye wê xistine qawîşeke din û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez ku ji ber pençeşêrê tê tedawîkirin jî nerihetiyên wê zêde bûne.    * Nesrîn Çelîk ku birayê wê Cengîz Sînan Halîs Çelîk ê nexweş di girtîgehê de ye, abî ziman ku şert û mercên girtîgehan nikarin ji derheqê vîrusa coronayê derkevin û got: "Divê em bibin dengê girtiyan."    * Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, diyar kir ku hejmara testên li bajêr tên kirin ne bes in û got: "Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in."    * Endama Masa Qeyranê ya Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê Bijîşk Ayşe Ozdamar, diyar kir ku ekîpmanên ji saziyên tenduristiyê re hatine şandin têr nakin û wiha got: "Hikûmet nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Yek ji rêbaza ku vê şewbê têxe kontrolê zêdekirina amûrên testê ye."    * Çîrokbêj Ayhan Erkmen, gazî mirovên ku ji ber vîrusa coronayê ji bêgavî de dil mal de dimîn kir û ji wan xwest çîrokan guhdar bikin û çîrokan vebêjin.    * Pêşketinên derbarê vîrûsa koronayê de, dê bên şopandin.    * Danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglû wê li 22'yemîn Dadgeah Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin û wê ji girtîgehên lê girtine bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bibin. (14.30)