Dayika girtiyê nexweş gazî Wezareta Dadê kir 2020-03-26 09:08:02 WAN - Mûhetmer Bor ku kurê wê girtiyê nexweş Fûat Bor di Girtîgeha Tîpa T a Karabukê de ye, gazî Wezareta Dadê kir û jê xwest rojek berî rojekê girtiyên nexweş giş bên berdan.  Ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) ku her diçe berbelavtir dibe, fikarên malbatên girtiyan zêde dibin. Mûhtemer Bor ku kurê wê Fûat Bor ê 44 salî nexweş e û di Girtîgeha Tîpa T a Karabukê de ye, gazî Wezareta Dadê kir û xwest girtiyên nexweş bên berdan.    ‘DIXWAZIM KURÊ XWE BIBÎNIM'    Bor 27 salên temenê xwe di riya girtîgehan de derbas kiriye, anî ziman ku herger vîrusa coronayê li girtîgehan jî belav bibe wê rewşa girtiyan xirabtir dibe. Bor, gazî Wezareta Dadê kir û got: "Kurê min 27 sal in girtiye. Çavê wî nerihet in. Gelek nexweşînên wî hene. Lê ji bo em li ber nekevin ji me re nabêje. Şewb heye û ji ber vê em nikarin wî bibînin. Em bi telefonê bi hev re diaxifin. Dixwazim kurê xwe bibînim. Bira vî tiştî li dayikan nekin."    ‘ZAROKÊN ME BERDIN'    Bor, anî ziman ku kurê wê gotiye amûrên paqijiyê nadin wan û ji bo Pakêta Darazê ya 3'yan jî ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin got, ne tiştekî mirovî ye. Dayik Bor, got: "Çima girtiyên siyasî ne di nav de ne. Gazî Wezareta Dadê dikim. Girtiyên siyasî berdin. Berî her tiştî girtiyên nexweş berdin. Ew nikarin bi tena serê xwe îdare bikin. Wan berdin bira malbatên wan alîkariya wan bikin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em edlateê dixwazin. Zarokên me ne bêxwedî ne."