Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Demîr: Hefteya bê hefteyeke pir krîtîk e 2020-03-26 09:08:38 AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, bal kişand ser belavbûna vîrusa coronayê û got, hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke pir krîtîk e û xwest Wezareta Tenduristiyê daneyên bajaran aşkere bike.  Li seranserê cîhanê ji ber şewba vîrusa coronayê heya niha zêdetirî 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin zêdetirî 400 hezarî ne. Li Tirkiyeyê jî heya niha 59 kes ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên vîrusa di wan de tespît bûye 2 hezar û 433 kes in. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, têkoşîna li dijî vîrusa coronayê nirxand.    Demîr, bal kişand ser testên ku heta niha Wezareta Tenduristiyê kirine û got, testên niha tên kirin kêm in. Demîr, destnîşan kir ku gava meriv li lez û beza belavbûna vîrusê ya li cîhanê mêze bike, wisa xuyaye wê hefteya bê ji bo Tirkiyeyê hefteyeke krîtîk be û got, demildest divê di wext de tevdîr bên girtin.    REWŞA DAWÎ YA AMEDÊ    Demîr, ji bo rewşa dawî ya Amedê jî got, der barê vê de rayedar agahiyan bi wan re parve nakin, lê belê li gor agahiyên ku ji hevpîşeyên xwe digirin kesên vîrus di wan de hatine tespîtkirin hene. Demîr, anî ziman ku nizanin heya niha li Amedê çend test hatine kirin û got: "Li Amedê kesên tên karantînakirin an li nexweşxaneyan an jî li malê tên şopandin. Li bajarê me nexweşxaneyên pandemiyê hatin diyarkirin. Niha li van nexweşxaneyan amadekarî tên kirin. Niha kesên gumanbar û kesên di wan de hatiye tespîtkirin li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê tên şopandin. Bi rêya bijîşkên malbatan kesên ji derveyî welat tên tên şopandin. Niha li Amedê test naşixule. Testên tên kirin jî ji Enqereyê re tên şandin. Bi vîa wayî bidawîbûna testan bi derengî dikeve. Wezareta Tenduristiyê laboratûarên ku dê test lê bên kirin aşkere kirin. Ji van laboratûaran hin jê wê li amedê bin. Me hevdîtin bi Mdiûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re çêkir. Gotin, wê vê hefteyê kîtên testan bên û wê êdî test li vira bên kirin."     HEJMARA TESTAN PIR KÊM E    Demîr, destnîşan kir ku gava mirov rêjeya nifûsê û testên tên kirin dide ber hev, ji welatên testan kêm dike yek jê jî Tirkiye ye û got: "Bi vî awayî em ê nikaribin pirsgirêkê hel bikin. Em çi qasî hejmara etstan zêde bikin û li tevahiya bajar û nexweşxaneyan belav bikin wê rîsk jî ev qasî kêm bibe. Loma divê em hejmara testên xwe zêde bikin."    Demîr, anî ziman ku li dijî vîrusê divê kapasîteya têkoşînê jî bê zêdekirin û got, ji bo vê jî pêşî divê xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin demildest dest bi kar bikin. Her wiha Demîr, diyar kir ku demildest divê ekîpmana parastinê ya xebatkarên tednuristiyê jî bi awayekî rêk û pêk bê peydakirin.    Demîr, bal kişand ser girîngiya serwextkirina civakê jî û got: "Niha panîk û fikarine mezin ên civakê hene. Wezaret ji dêvla ku her şev saet di 12'an de daxuyaniyê dide, divê hê zûtir daxuyaniyê bide. Divê bê aşkerekirin ev nexweşîn li kîjan bajaran heye, heya niha çend test hatine kirin, çend kesan jiyana xwe ji dest daye da ku civak qaneh bibe û zanibe pêvajo çawa tê birêvebirin."    Demîr, destnîşan kir ku ji bo agahiyên rast divê hesabên fermî yên Wezareta Dadê, TTB, Odeya Bijîşkan a Amedê, komeleyên klînîkan ên pispor bên şopandin. Demîr, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bêyî ku welatî panîk bibin divê tevdîrên xwe bigirin û got: "Bi taybetî jî kesên di grûba rîskê de, yanî kesên di ser 60 salî re, kesên nexweşînên wan ên dil, kezeb û gurcikê hene heta ne mecbûr bin divê ji mal dernekevin."    MA / Fethî Balaman