14 rojên xwe yê karantînayê bi vî awayî derbas kir! 2020-03-26 09:14:43 ŞIRNEX - Welatiyê ku du hefte berê li Deriyê Sînor ê Xabûrê tenê germa laşê wî hat pîvandin û paşê jê re hat gotin li mala xwe bimîne, çûye gundê xwe geriyaye û paşê çûye bajêr û serdana gelek kesan kiriye.  Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, demek berê ji bo kesên ji derveyî welat vedigerin gotibû wê 14 rojan di karantînayê de bimînin û gazî wan kiribû ku 14 rojan di mal de bimînin. Hefteya borî bi hezaran kesên ji Ewropa û umrê hatin li Stenbol û Enqereyê li wargehên xwendekaran hatin bicihkirin. Hê jî karantînakirina van kesên navbirî didome. Lê belê gelek welatî û ajovanên ji Herêma Kurdistana Federe vegeriyan û di Deriyê Sînor ê Xabûrê de hatin Tirkiyeyê çûn malên xwe. Welatiyên hatin tenê li deriyê sînor germa laşê wan hatiye pîvandin û ji wan re hatiye gotin ku 14 rojan di mal de bimînin.    LI GUND GERIYA, PAŞÊ ÇÛ NAVENDA BAJÊR...   Lê belê ji van kesên navbirî hin jê çend rojan di mal de dimînin û paşê dertên derve. Welatiyekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, nêzî du hefte berê di Deriyê Sînor ê Xabûre re hatiye Cizîrê. Ewilî li malê di karantînayê de maye. Lê belê welatiyê ku diviya 14 rojan di mal de bimîne hefteyek şûnde derketiye derve û çûye gundê xwe. Gava çûye gund serdana gelek kesan kiriye. Paşê heman welatî diçe bajêr û li bajêr jî serdana gelek kesan dike. Di vê navê de bijîşk 3 caran telefonî wî kirine û jê re gotine gere dernekeve derve.    Welatî anî ziman ku li deriyê sînor navnîşana wan û hejmarên telefonên wan hatine qeydkirin û got: "Ji xeynî vê tu tes nekirin. Gava hatim Cizîrê ocaxa tenduristiyê telefonî min kir û xwest rewşa min hîn bibe. Bijîşk ez hişyar kirim ku 14 rojan ji malê dernekevim. Di dema karantînayê de bijîşk sê caran telefonî min kir."    Welatî diyar kir ku lê belê ew derketiye derve û got: "Heger min bigota ne li mal im, wê min têxistana karantînayê. Belê min dizanibû nexweşîneke min tuneye, loma derketim. Her tiştê me kontrol kirin. Li germa laşê me mêze kirin. Nêzî hefteyekê derneketim derve. Paşê min dît baş im derketim. Niha tiştek tuneye."