'Temam em dikarin di mal de bimînin, lê em ê çi bixwin?' 2020-03-26 09:15:36 SEMSÛR - Tê gotin li gundê Bildiyan ê Kolikê kesek ji ber vîrusa coronayê miriye. Esnaf Serhat Ayaz, gazî dewletê kir û got: "Hûn dibêjin di mal de bimînin, wisa nabe. Gere di warê aborî de piştgiriyek hebe."  Tê gotin li gundê Bildiyan ê Kolika Semsûrê kesek ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê herêm hatiye karantînakirin. Hat derpêşkirin ku ligel vê di kesekî 65 salî de jî vîrusa coronayê hatiye tespîtkirin û wî ji o tedawiyê birine Dîlokê. Ji ber vê welatî diqilqilin û ji mal dernakevin. Esnafan jî xwest dewlet di warê aborî de piştgiriyê bide.    'KESEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA'    Dermanger Ayhan Aşûk, derpêş kir ku ji ber vîrusa coronayê gundê Bildiyan hatiye karantînakirin û kesekî ku vîrus tê de hatiye tespîtkirin jî jiyana xwe ji dest daye. Aşûk, anî ziman ku welatiyên mecbûr dimînin derkevin derev divê maske û lepikan bi kar bînin û gazî welatiyan kir ku tevdîrên xwe bigirin.    ‘PIŞTGIRIYA ABORÎ DIVÊ'    Serhat Ayazê ku li Kolikê firina wî heye, destnîşan kir ku ji ber gundê Bildiyanê nêzî wan e fikarên wan zêde bûne û got: "Ji me re dibêjin 'di mal de bimînin.' Temam em bimînin, lê em ê çi bixwin û çi vexwin?" Ayaz, diyar kir ku ji xwe krîza aborî heye û bi vê vîrusê rewş xirabtir bûye. Ayaz, xwest dewlet di warê aborî de piştgiriya esnafan û welatiyan bike.    'BIRA PIRSGIRÊKÊN GEL BAŞ HEL BIKIN'    Ayaz, anî ziman ku di van şert û mercan de wê kes nikaribe deynê xwe bide û got: "Bi ya min pirsgirêka aborî jî wekî vîrusê ye. Gazî hikûmetê û rayedaran dikim. Bira hesas bin û pirsgirêkên gel baş hel bikin."