‘Divê em bibin dengê girtiyan' 2020-03-26 09:19:32 AMED - Nesrîn Çelîk ku birayê wê Cengîz Sînan Halîs Çelîk ê nexweş di girtîgehê de ye, abî ziman ku şert û mercên girtîgehan nikarin ji derheqê vîrusa coronayê derkevin û got: "Divê em bibin dengê girtiyan."  Ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) fikarin der barê girtîgeh û girtiyan de zêde dibin. Bi taybetî jî fikarên der barê rewşa girtiyên nexweş de. Loma malbat dixwazin rojek berî rojekê girtî bên berdan. Yek ji girtiyên nexweş û rewşa wî giran jî Cengîz Sînan Galîs Çelîk ê 45 salî ye. Çelîk di Girtîgeha Jimare 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê de ye. pençeşêra mesaneyê ya bilind lê peyda bûye û epîlepsî ye. Xwişka wî Nesrîn Çelîk, anî ziman ku divê girtî hemû bên berdan.    BINYEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ LAWAZ E    Nesrîn Çelîk, got: "Birayê min nexweş e. Li hemberî vîrusê nikare bi tena serê xwe paqijiya xwe bike. Min jê re got, bira mesafeya navbera te û hevalên te metrereyek be. Birayê min jî got, qawîşa wan biçûk e û ji xw emesafeya odeya wan jî ew qas e. Qawîş pir biçûk in û binyeya birayê min zehîf e. Ji ber ku heawadarî û qawîş biçûk in, girtî nikarî dûrî hev bisekinin. Heger birayê min ji niîşkave bi tayê bikeve wê mudaxileyeke baş neyê kirin. Her cara ku pê re diaxifim behsa nerihetiyên xwe dike. Ji xw ebawer nakim ji bo vîrusê mudaxileyeke baş bikin. Gardiyan dikevin hundir û dertên. Dibe ku ew vegir bin û ji ber wan bi girtiyan jî bikeve. Wekî min fikarên gelek xizmên girtiyan hene. Binyeya ên li derve û yên girtiyan ne wekhev e. Bawer nakim kesekî nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbe û epîlepsî be, karibe ji derheqê vîrusa coronayê derkeve. Naxwazim ne birayê min ne jî girtiyek din li wir bimire."    Çelîk, diyar kir ku ji ber ku li derveyî welat dijî nikare birayê xwe bibîne û got, maîl ji Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û parlementeran re şandiye. Çelîk, got: "Em mecbûr in bibin dengê girtiyan. Şertên girtîgehan ji bo vîrusa coronayê ne guncan in. Paqijî û xwarineke bi rêk û pêk ne mimkin e. Ji bo ew nebin qurbanên vê yekê divê em pêşî li vê yekê bigirin. Çawa li welatên din girtî hatin berdan, divê li Tirkiyeyê jî bên berdan. Em dizanin li hin girtîgehan vîrus belav bûye. Ji bo hê bêtir berbelav nebe divê em pêşî li vê yekê bigirin."