'Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in' 2020-03-26 09:20:06 MÊRSÎN - Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, diyar kir ku hejmara testên li bajêr tên kirin ne bes in û got: "Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in."  Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, qewimînên der barê vîrusa coronayê (Covîd-19) de nirxandin.    ‘AMÛR KÊM IN'    Antmen, anî ziman ku niha ew hewl didin li nexweşxaneyan îzolasyonê pêk bînin û got: "Bi taybetî jî divê kesên nexweşîneke wan a kronîk an jî wan a cidî tunebe neçin nexwexaneyan. Hem li nexweşxaneyan hem jî bi awayekî giştî koma herî birîsk xebatkarên nexwexaneyan e û loma divê herî zêde tevdr li nexweşxaneyan bên girtin. Lê belê aşkere ye ku tenduristkar baş nayên parastin û amûr kêm in. Pêşniyara me ya ji bo welatiyan ew e ku îzolasyoneke civakiyî ya baş pêk bînin. Heta ne hewce me em ji mal dernekevin û bikin ku malên me baş hewayê bigirin. Divê egzersîz bên kirin û paqijî baş bê kirin. Deznefektan, kolonya baş bê bikaranîn. Divê ji bo stokirina erzaqan panîkê mekin."    Antmen, diyar kir ku li Mêrsînê nexweşxaneyên dewletê û yên taybet giş bi weqayên vîrusê re eleqedar dibin, lê belê nexweşxaneya karantînayê Nexweşxaneya Bajêr a Mêrînê ye. Antmen, anî ziman ku li nexweşxaneyan maske û dezenfektan pir kêm in. Antmen, xwest îqtidara guh bide pêşniyarên TTB'ê û TTB'ê daxilî nav pêvajoyê bike û got: "Li Mêrsînê jîtevî rêxistinên civaka sivîl xebateke hevpar nayê kirin. Ji be rnebûna xebateke şefaf panîk û fikarên xebatkarên tenduristiyê jî zêde dibin."    'TEST LI EDENEYÊ TÊN KIRIN'    Antmen, anî ziman ku ji 20'ê Adarê ve li seranserê bajêr bi qasî 100 nexweşî şopandine, lê belê ji van nexweşan yek jê jî pozîtîf derneketiye. Antmen, got: "Hejmara testên tên kirin ji bo tespîtkirina rêjeya vegiriyê pir kêm in. Tenê ji bo kesên şipeya wan î klînîkî zêde be tê kirin. Li Mêrsînê test tunene. Wan dişînin Edeneyê. Bi qasî me bihîst wê vê pêncşemê dest pê bikin û wê li Mêrsînê 300-400 heb test bên kirin. Wê ev yek hejmara weqayên paozîtîf diyar bike û ji bo tevdîrgirtinê jî baş be."    'DIŞIBE ATÛRE Û MÎQROBÊN SITMAYÊ'    Antmen, anî ziman ku li Çînê ji bo tedawiya vê nexweşîbê klorokîn (dermanê sitmayê) û azîtromîcîn (antîbîyotîk) wekî kombîne tên bikaranîn û derketiye holê ku gelek nexweş di nav 5 rojan de jê xelas bûne û got: "Ev yek ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Efûyê jî hatiye teyîtkirin. Lê belê hê ev rêbaza tedawiyê li Tirkiyeyê pêk nehatiye. Ev rewş ne ji ber ku Covîd-19 dişibe zatûre û mîqrobên sitmayê, ji ber ku binyeyê xurt dike tê bikaranîn."    MA / Ergîn Çaglar