Doç. Dr. Arsan: Divê em ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin 2020-03-26 09:48:42   STENBOL - Doç. Dr. Esra Arsan, diyar kir ku di vê pêvajoya ku vîrûsa Covît-19 li hemû cîhan û Tirkiyeyê belav dibe yên herî zêde di talûkeyê de rojnameger in û xwest di vê pêvajoyê de xebatkarên çapemeniyê ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin. Arsan, xwest weşangeriya ku civakê ji hev dûr dixe û nifrîna nijadperestiyê pêş dixe dûr bikevin.    Li Tirkiyeye vîrûsa covît 19 roj bi roj belav dibe. Di 15 rojan de li gorî daneyên fermî 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 433 jî bi şewba vîrûsa coronayê ketin. Li aliyeki bangên ku ji malên xwe dernekevin têne kirin, li aliyê din jî disa mirov neçar dimine biçe kar û debara xwe bikin. Dîsa li pey deriyê postexane û bankayan mirov ji bo farûreyan razînin dikevin dorê. Dîsa yek ji beşên ku neçar in li ser kar bin û di nava koma rîskê de ye rojnameger in. Li ser rewşa rojnamegeran û karê rojnamegeran Doç. Dr. Esra Arsan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivi. Arsan, diyar kir ku di vê pêvajoya ku vîrûsa Covît-19 li hemû cîhan û Tirkiyeyê belav dibe yên herî zêde di talûkeyê de rojnameger in û xwest di vê pêvajoyê de xebatkarên çapemeniyê ji zimanê weşangeriya berberîtiyê dûr bikevin. Arsan, xwest weşangeriya ku civakê ji hev dûr dixe û nifrîna nijadperestiyê pêş dixe dûr bikevin. Arsan, ani ziman ku li Tirkiye ligel ev şawb roj bi roj belav dibe jî gelek qaden kar, karên xwe yên rûtin berdewam dikin û yek ji van qadan jî xebatkarên çapemeniyê ne. Arsan, anî ziman ku li gel xizmetkarên tenduristiyê xebatkarên çapemeniyê jî li ser kar in û wiha got: "Şensa xizmetkarên tenduristiyê û çapemeniyê yên destûrê bigirin tune ye. Xizmetkarên tenduristiyê ji bo tenduristiya civakê û xebatkarên çapemeniyê jî ji bo fêda cemaweriyê ya agahdarkirinê neçar in li ser kar bin. Arsan, anî ziman ku xebatkarên çapemeniyê talûkeya jiyanê didin ber çavan û dîsa ji bo agahiyê bigînin gel dixebitin û wiha got: "Wê demê divê agahiya rast bigînin gel. Divê ji zimanê dubendî, berberî û dijminantiya nijadperestiyê berdin. Divê li diji vîrûsê xwe biparezin. Maske girê bidin û lepik têxin destê xwe.    Arsan, da zanîn ku ji bo nekevin bin bandora nexweşiyê û derûniya wan xera nebe tewez bi dorveger û nobetê karê xwe bikin û wiha axivi. Rojnameger qulpa navbera mirin û jiyane ne. Divê karibin xwe baş bi plan bikin û dema ku bibin bersiva pêdiviyên mirovan ava bikin. Arsan, destnişan kir ku rojnameger her dem li qadê ne û xwest mesafeya xwe û navbera çavkaniyan bi sinor bike.    XEBITANDINA NÛÇEGÎHANAN A DI KONTEYNIRÊ DE ÎŞKENCE YE   Arsan, bal kişand ser helwesta Koma Medya ya Demîroren û CNN Turk'ê û wiha got: "Nûçegîhanên xwe yên li kolanan dixebitîne wan li dervê avahiyê di konteynîrê de kom dike. Wan li pêş avahiyê tecrîd dike. Ev muameleya xerab e û işkence ye. Ev di heman demê de sûc e, bê wîcdanî û bê sincî ye."    ROJNAMEGERÊN HERÎ BAŞ ROJNAMEGERÊN LI JIYANÊ NE   Arsan, da zanîn ku rojnamegerên rast di pêvajoyek wisa de nikaren xwe ji civakê dûr bixin û wiha lê zêde kir: "Di vê pêvajoyê de rojnamegerê heri baş rojnamegerên li jiyanê ne. Divê ewil rojnameger ewlehiya canê xwe biparêze. Lê dîsa em çiqas xwe biparezin biparezin, dîsa qulpa herî bi rîsk rojnameger in. Ji ber vê yekê herî zor ê cîhanê rojnamegerî ye. Divê ji nava talûkeyê nûçeyê derxe. Lê divê xwe li dijî talûkeyê îzole bike. Divê li zimanê nûçe û weşanê baldar be. Divê cemaweriye û çavkaniyên xwe rast agahdar bike.      MA / Erdogan Alayumat