Ajokêrên TIR’an: Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin? 2020-03-26 09:50:45 ŞIRNEX – Ajokarên TIR’an ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê bar dikişînin Herêma Federa ya Kurdistanê, li gel gefa vîrusa koronayê bi rojane li pey hev ketine rêz bûne. Ajokar, destnîşan dikin ku neçarin debara xwe bikin û ev tişt dibêjin: “Heke teker negere em ê çawa debara xwe bikin?” Deriyê Sînor ê Xabûrê ku ji navçeya Silopya ya Şirnexê li Herêma Federa ya Kurdistanê vedibe, ji ber vîrusa koronayê ji 1’ê adarê ve ji derbasbûna mirovan re girtiye. Derbaskirina barê ku bi TIR’an ji Stenbol, Edene, Mersîn, Enqere û Dîlokê tê sînor, bi venêrîn tê kirin. Dorseyên TIR’an di navbera deriyên sînor ê Herêma Federa ya Kurdistanê û Deriyê Sînor ê Xabûrê de bi hev tên guhertin û wesayît teslîmî xwediyên xwe tên kirin.   LI GEL GEFA VÎRUSÊ JÎ RADIWESTIN   Ji ber vî karî gelek ajokarên TIR’an li têketinên navçeyên Slopya, Cizîr, Nisêbîn û Qoserê li cem TIR’ên xwe ku li pey hev rêz bûne, disekinin. Ajokar, li gel vîrusa koronayê jî bêyî ku bergiriyên xwe bigirin sekna xwe ya li van deveran berdewam dikin. Ajokarên ku pêwîstiyên xwe yên nan û avê di sindoqên TIR’ên xwe de bi cih kirine, diyar dikin ku di testan re nehhatine derbaskirin û ji bo debara xwe ji bilî xebatê tu alternatîfeke wan tuneye.   DEBARA 8 ZAROKAN   Ajokar Alî Demîr ku bi barê ji Rihayê aniye, di anvbera Cizîr û Silopyayê rawestiyaye, diyar kir ku bavê 8 zarokan e û wiha got: “Vîrus û nexweşî heye, em li ser van rêyan şerpeze bûn. Xwendekarên me hene, em neçarin li wan binerin. Heke kes ne mecbur be di van nexweşiyan de nakeve ser van rêyan. Ji bo parastina ji vîrusê tenê maske bi kar tînim. Heke em nexebitin dê zarokên me çi bixwin. Her 8 zarokên min jî xwendekar in.”   ‘NE ŞÎRKET Û NE JÎ DEWLET BERGIRî NAGIRIN’   Ajokarê bi navê A.K. ku nar ki Mersînê aniye jî destnîşan kir ku li dijî vîrusê di asta terker de bergirî nayên girtin û wiha got: “Em di ferqa vê rewşê de ne. Lê ne ji aliyê şîrketê ve ne jî ji aliyê dewletê ve bergirî nayên girtin. Dezenfekte nayên kirin. Em dizanin ku hevalekî me yê ajokar bi vîrusê ketiye. Em dixwazin ku hemû ajokar di testê de bên derbaskirin. Heta ku bergiriyan negirin divê tu ajokarî dernexin rê.”   ‘HEKE TEKER NEGERE EM Ê PERÎŞAN BIBIN’   Ajokar Orhan Demîr ku ew jî ji Rihayê hatiye, rêzbûna TIR’an a li pey hev nîşan da û got ku ji me re dibêjin derneyên derve û ev tişt anî ziman: “Gelo em derneyên derve, em ê çi bixwin û vexwin? Roja ku tekerê me negere em ê perîşan bibin. Deynên me yên qrediyê hene. Em ê çi bikin? Divê rayedar ji vê pirsgirêkê re çare bibînin. Ji me re çareyê bibînin ku em jî nexebitin.”   MA / Mujdat Can