Hevşaredarên Êlihê derxistin edliyeyê 2020-03-26 11:29:22   ÊLIH – Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku hatibûn binçavkirin û qeyûm tayînî şûna hatibû kirin, piştî îfadeyên xwe yên li emniyete sewqî edliyeyê hatin kirin.   Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku di 23’ê adarê de hatibûn binçavkirin û qeyûm tayînî şûna hatibû kirin, piştî îfadeyên xwe yên li emniyete sewqî edliyeyê hatin kirin. Roja ku hevşaredar hatibûn binçavkirin, di serdegirtinên malan de 10 kesên din jî bi wan re hatibûn binçavkirin. Ji van 10 kesan 8 jê hatibûn berdan û 2 kes jî hatibûn girtin.