‘Perwerdehiya dûr a li ser înternetê bi pirsgirêk e' 2020-03-26 11:30:08 ENQERE - Sekreterê Perwerdehiyê yê Egîtîm Sen'ê Ozgur Bozdogan, diyar kir ku armanca perwerdehiya bi rêya înternetê ku li malê tê dayîn zarokan ji vîrûsê biparêze, lê pergal li gorî armancê perwerdehiyê nade zarokan. Li Tirkiyeyepişti vîrûsa corona (covît-19) belav bû, dibistanên sereteayî, lîse û zanîngeh ketin betlanê. Li ser vê yekê Wezareta Perwerdehiyê bi armanca xwendekaran ji vîrusê biparêze biryar da ku li malê bi rêya TRT-EBA TV û EBA li ser televîzyon û înternetan perwerdehiyê bide zarokan. Çend rojin bi vê rêbazê perwerdehiye didin xwendekaran. Lê xwendekar ji vê pergalê ne razî ne. Di navbra dersekê de darvekirina Adnan Menderes û ihahiyen olî dan temaşekirin. Li dijî ve yekê nerazibûn û bertek zêde bûn.    Sekreterê Perwerdehiyê yê Egîtîm Senê Ozgur Bozdogan anî ziman ku armanca vê perwerdehiya dûr a li malê xwendekaran ji rîska vîrûsê dûr bixe û wan têxe karantînayê, lê li gorî armanca wê perwerdehî nayê dayîn. Bozdogan, anî ziman ku ji bo perwerdiya dûr eyarkirina frekansên televîzyonan, hilbijartina qanalan pir zor û zahmet e û wiha got: "Dîsa di vîdeo û ditbariyên ku tên parvekirin bi serê xwe bi pirsgirêk in. Di nava vîdeoyên perwerdhiya dûr de hin dimen û beşên bi pirsgirêk hene. Xwendekarên xizan nikarin xwe bigînin vê pergala perwerdehiyê.    Xwendekar di pergala EBA de divê teqez xwedi bilgisayar û înternet bin. Lê di vê pêvajoya ku xizani zede bûye de kesên xizan nikarin ji vê pergalê sûde bigirin. Ger ku dewlet dê vê xizmeta perwerdehiye bide divê ji bo her kesî şert û mercen wekhev ava bike. Divê bilgisayarên di depoya gelek fîrmayan de hatine komkirin ji aliyê MEB'ê ve li zarokên xizan bêne belavkirin. "    Bozdogan, da zanin ku îqtîdar ve yekê ji bo xwe firsend dibine û dixwaze bi vê pergala perwerdehiyê bi mijarên olî tijî bike. Bozdogan, da zanin ku perwerdehiya li diji mufredatê, mijarên ku tundî, bawerî û li dijî mevzûdatê bê dayîn suc e û xwest ev vîdeoyên ditbarî nedin temaşekirin. Bozdogan xwest ku perwerdehiya ku her kes jê fam dike û jê sûd digire bê dayin.