TTB'ê xwest daxwazên wê yên hevkariyê li ber çavan bê girtin 2020-03-26 12:25:31   ENQERE - TTB'ê, têkildarî guhertina di Rêziknameya Hekîmên Diranan û Tipê de hat kirin, nivis ji Wezareta Tenduristiyê re şand û xwest ku di vê pêvajoyê de daxwazên wan ên hevkariyê li ber çavan bê girtin.    Wezareta Tenduristiyê, bi sedema vîrusa corona (covît-19) ku WHO wekî bandemî (Şewba Kurevi) îlan kir, di rêziknameya Tipê û Hekimtiya Diranan de di 21'ê Adarê de guhertin çêki. Wezaretê di guhertina rêziknameyê de got Xwendekarên perwerdehiya pisporiya Tipê, di rewşa xizmeta nexweşiyên şewbê, lehî, xizmetên rewşê awarte de, heta 3 mehan dikarin di sînorê bajarê xwe de li saziyên tenduristiyê xizmete bikin. Ev pêvajo dê li ser pêvajoya perwerdehiyê bê hesibandin."    Navenda Konseya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), têkildarî guhertina navbori ji Wezareta Tenduristiyê re nivîs şand û xwest bi wan re di nava hevkariyê de bin û pêşniyarên wan li ber çavan bêne girtin.    TBB'ê, ani ziman ku di vê pevajoya vîrûsa pandemi de hevkarî ji her demê bêtir girîngtir e û ev pirs ji wezarete re şandin:    “* Xwendekarên perwerdehiya pisporiya Tipê ku navber bidin perwerdehiye dê di vê pêvajoyê de di saziyên tenduristiyê de xizmetek çawa bidin?    * Xwendekarên perwerdehiya pisporiya Tipê, di qada bên peyvirdarkirin de dê kriterê wan bê diyarkirin ya na. Ku bê diyarkirin dê çibe?    * Xwendekarên perwerdehiya pisporiya Tipê, di kijan rewşê de wê bên peyvirdarkirin, dê nêzîkatiyek bi pergal û algoritmik hebe ya na. Ku hebe wê çibe?    * Xwendekarên perwerdehiya pisporiya Tipê, di xizmeta tenduristiyê de dê ekipmanên wan ên parastinê yên taybet û mafê wan ê xweser bê parastin ya na?    * Dê têkildarî pêvajoya organizasyonê tu plan bê kirin ya na. Ger ku hebe ev plan çiye?    * Xwendekarên ku bêne peyvirdarkirin, di rotasyonên kêm, nivîsandina tez û hwd de, perwerdehiyen wan ên pêwist û pisporiyê tê bên taloqkirin ya na? Ger ku perwerdehiya pisporiyê bixwazin wê ev pêvajo bê dirêjkirin ya na?"