Di çapameniya Cîhanê de korona: Li Etîyopyayê dê 4 hezar girtî bên berdan 2020-03-26 13:54:04 ENQERE - Li Îspanyayê hejmara miriyên vîrûsa koronayê ji Çînê derbas kir. Ev derbaskirin di çapameniya Cîhanê de deng veda. Şaredarê New Yorkê Bîll de Blasîo bi gotina “Cîhan hatiye lenetkirin” ragihand ku dê New York bibe navenda qrîzê. Zêdebûn hejmara miriyên vîrûsa koronayê ya li Tokyo û Hong Kongê fikarên “pêle duyemîn” zêde kir.   Di rojeva Cîhanê de bûyere herî girîng li Îspanyayê hejmara miriyan derket 3 hezar û 434 kesan. Bi vê yekê hejmara miriyên vîrûsa koronayê li Îspanyayê ji Çînê derbas kir û piştî Îtalyayê bû duyemîn. Li paytext Madrîdê jî bûye navenda vîrusê. Bi hastaga #QuedateEnCasa (Li Malê Bimîne) li ser medya civakî parvekirinên rengîn hatin kirin û bi vê yekê hat xwestin ku morale gelê Îspanyayê bê bilindkirin.   GÛARDÎN: DI VÎRÛSÊ DE PÊLA DUYEMNÎN   Rojnameya Îngilistanê The Gûardîan, paketa dîrokî ya 2 trilyonî ya ku Senatoya Amerîkayê erê kir û fikara pêla duyemîn a ji ber zêdebûna hejmara miriyan a li Tokyo û Hon Kongê girt rojeva xwe.    Rojnameya Almanyayê Der Spîegelê jî bal kişand ser bajarê New Yorkê yê Amerîkayê û ragihand ku îhtîmal heye bajar bibe navenda qrîzê. Di nûçeya têkildarî mijarê de daxuyaniya “Cîhan hatiye lenetkirin” a Şaredarê New Yorkê Bîll de Blasîo jî cih girt. Li gorî nûçeyê li Amerîkayê ji kesan yek ê ku bi vîrûsê ketine li New Yorkê ne.   4 HEZAR GIRTÎ TÊN BERDAN   Afrîcanews ku geşedanên vîrûsa koronayê yên li Afrîkayê radigihîne jî ragihand ku Wezîrê Dadê Etîyopyayê Adanceh Abebe daxuyandiye ku dê ji bo parastina ji vîrûsa koronayê 4 hezar girtî bên berdan.   Werger: Ajansa Mezopotamyayê