Hinek tûrnîkeyên qeyûm hatin rakirin 2020-03-26 14:06:26   MÊRDÎN - Şaredariya Qoserê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebeirin, li ser nûçeya me têkildarî tûrnîkeyên li ber derê avahiya şaredariyê, hinek tûrnîkeyên ku ji ber vîrûsa koronayê talûkeyê belav dikin rakir. Lê tûrnîkeyên li cihên ku welatî jê dertên nehatin rakirin.   Piştî ku 4’ê mijdara 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hatibû kirin, tûrnîke li ber deriye avahiya şaredariyê hatibûn bicihkirin. Li ser nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya têkildarî tûrnîkeyên ji ber vîrûsa koronayê talûkeyê belav dikin, tûrnîkeyên têketina şaredariyê hatin rakirin. Lê tûrnîkeyên li deriyê derketinê nehatin rakirin.