ROJEVA 27'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-27 09:00:40 * Li Tirkiye piştî kêlî bi kêlî vîrûsa corona dibe, fikarên malbatan ên der barê girtiyên nexweş de zêde dibin. Li gorî daneyen ÎHD'ê ya Îzmirê li girtîgehên Herêma Egeyê 269 girtiyên nexweş hene. Ji ber ku herî zêde vîrûs bandorê li ser nexweşan dike girtiyên nexweş bi talûke û rîskekî mezin re rû bi rû ne.  * HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xist. 6 şaredarî bi hênceta namzet mexdûrên îxracê bûn mazbatayên xwe wernegirtin. Hêj salek hilbijartinê neqediya qeyûm tayînî ser 40 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Di rewşa heyî de 18 şaredarî di bin rêveberiya HDP’ê de man.    * Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, anî ziman ku nedaxilkirina girtiyên siyasî ya nav Pakêta Darazê ya 3'yan dijî rêgeza wekheviyê ye û ji bo pêşnûmaya ku hikûmetê amade kiriye got, di vê pêşnûmayê "cihêkarî" heye.    * Şaredariya Sêrtê ku li dijî vîrûsa coronayê bi kurdî, tirkî û erebî gazî gel dike, ligel xebatên dezenfektekirinê ji bo parastina tenduristiya gel 42 park girtin.    * Fîkriye Aydin ku kurê wê Huseyîn Aydin di Girtîgeha Edîrneyê de ye, diyar kir ku pêşnûmaya înfazê ya hatiye amadekirin divê ji bo kurê wê jî derbasdar be û got: "Kesên sûcê tecawuzê kirine û tiryakê difiroşin tên berdan. Lê çima zarokên me bernadin."    * Bi hatina biharê re, li Şirnexê welatî dest bi berhevkirina giyayan kirin û ji niha ve amadekariyên zivistanê dikin.    * Li gorî daneyên OECD'ê li Tirkiyeyê serê polîsekî 211 kes, serê cendirmeyekî 92 kes û serê bijîşkekî jî 498 kes dikevin. Tirkiye di qada tenduristiyê de di nava welatên OECD de welatê herî paşketî ye.    * Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bertek nîşnaî tayinkirina qeyûman da û got: "Em ê van polîtîkayên dijminatiya kurdan dikin qebûl nekin."    * Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, diyar kir ku ji ber vîrûsa korona (kovîd-19) bêyî ku cudakarî bên kirin divê hemû girtî bên berdan.    * Pêşketinên derbarê vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de dê bên şopandin.    *Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê daxuyaniya çapemeniyê ya asayî ya heftane bide. (11.00)