Şêniyên Wanê: Em ji neçarî derdikevin derve 2020-03-27 16:04:48 WAN – Şêniyên Wanê ku li ber banke û avahiyên cemaweriyê ketiye dorê diyar dikin ku ew ji neçarî derdikevin derve.  Li bajarê Wanê ku yek ji bajarên rîskek mezin a vîrûsa koronayê ku lê heye jî welatî li derve digerin. Bi taybetî li ber avahiyên cemaweriyê û bankeyan xelk dikeve dorê. Bêyî tu tevdîr werin girtin welatî bi saetan nêzî hev dimînin. Li Wanê hindik kes guh dide hişyariya “Li malê bimînin” û welatî diyar dikin ku ew ji neçarî derdikevin derve.    DÎSA PTT Û DÎSA WELATÎ KETINE DORÊ    Welatiyên ji bo wergirtina pereyê zarokan ku ji aliyê Wezareta Xizmeta Malbat, Xebat û Civakî tê dayîn bi saetan li ber avahiyên postexaneyan di dorê de dimînin. Bêyî ku fîş bidin welatiyan yeko yeko digirin hundir û ev yek jî dibe sedema welatî bikevin dorê. Welatî destnîşan dikin ku ew ji bo fatûreyên xwe razînin an go pereyê xwe bikişînin disekinin.