Bi dehan kes ji zindana Seqiz reviyan 2020-03-28 11:07:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li zindana Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê, di navbera gardiyanan û girtiyan pevçûn derket. Hat ragihandin ku bi dehan girtî ji zindanê reviyane.   Li gor agahiyên hatine wergirtin, li zindana bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê girtiyan deriyên zindanê şikandin û reviyan. Li gor agahiyên medyaya Rojhilatê Kurdistanê ji ber li girtîgehê ti xebateke têkildarî tenduristiyê nehatiye kirin û daxwazên girtiyan ên di vê mijarê de hatine piştguhkirin, di navbera gardiyanan û girtiyan de nîqaş û pevçûnan rû daye. Di encama pevçûnê de di nav de kesên cezayê îdamê li wan hatiye birîn jî ku hene nêzî 70 kesî ji girtîgehê fîrar kirine. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên Îranê li nav bajêr belav bûne û tedbîrên zêde girtine.